Nûçeya Lezgîn: Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Birayê Denîz Poyraz Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan

Birayê Denîz Poyraz ku 2021'ê li Îzmîrê di êrîşa li ser avahiya HDP'ê de şehîd bû, Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan.

Suleyman Poyraz ku bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' di sala 2001'ê de hate girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, ji Girtîgeha Tîpa T a Şakranê hate berdan.

Di dema berdanê de endamên malbatê, rêveberên EGE-TUHAYDER û rêveberên DEM Partiyê Suleyman Poyraz pêşwazî kir.

Poyraz serdana gora xwişka xwe Denîz Poyraz a li Bûca Kaynaklarê kir û li vê derê daxuyaniyek da û û diyar kir ku ji ber girtina hevalên wî ew bi kêfxweşiyeke dilşikestî ye.

Poyraz got, "Di vê pêvajoyê de em li bendê ne ku di serî de Rêbertî (Abdullah Ocalan) hemû girtî bêne berdan."