JIN
Hemû Nûçe
-
Hatîce Guden: Jinên Kurd dînamîzma şoreşger a Îranê ye
Nivîskar Hatîce Guden diyar kir ku hîmê bingehîn ê dînamîzma şoreşger a li Îranê jinên Kurd e û got, "Eger dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bûye dirûşma bingehîn a têkoşîna li Îranê, ev yek bandor û hêza tevgera berxwedanê ya Kurd nîşan dide." -
Xwişka Besma dest bi kampanya 'edalet ji bo xwişka min' kir
Besma Akinci sala 2020'î ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hate qetilkirin. Xwişka wê Sûad Îsmaîl Xelîl ji bo xwişka xwe dest bi kampanya 'Edalet ji bo xwişka min Besma' da destpêkirin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şîdeta li ser jinan meş hat lidarxistin
Bi sedan jin û mêr li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî şîdeta li ser jinan meşiyan. -
KBDH'ê li dijî desthilatdariya mêr û dagirkeriyê banga rabin ser piyan kir
Konseya Giştî ya KBDH'ê bal kişand ser êrîşên li ser Rojava, serhildana gel a li Îranê û tundiya li ser jinê û got, "Em bi hêza şoreşa jinê li dijî desthilatdarî û dagirkeriya mêr rabin ser piyan." -
KJK: Wê gelê Kurd polîtîkayên teslîmiyetê qebûl neke
KJK’ê diyar kir wê jin û gelê Kurd polîtîkayên teslîmiyetê yên desthilatariya faşîs a AKP û MHP’ê qebûl nekin û got “Wê gelê me li ser esasê xweparastinê bersivê bide her cure êrîşan.” -
YJK-E: Ji bo piştgiriya Rojava em seferber bibin
YJK-E: Em bang li gelê xwe dikin ku li dora Rojava û Şoreşa Kurdistanê kom bibin. -
Li Ermenistanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê civînek hate lidarxistin
TJKN'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Erîvanê bi jinên Ermenî, Ukrayanî li mala kêmnetewa civîneke hevbeş lidar xist. -
PAJK: Berdêla wê çi dibe bila bibe wê gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernede
PAJK’ê derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daxuyanî da û got “Bi rijandina xwîna Kurdan wê tu hêz negihêje armanca xwe. Di sedsala 21’emîn de wê gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernede.” -
Fatoş Saglamgoz li Arnhemê hate bibîranîn
Fatoş Saglamgoz ya di 11’ê Mijdara sala 2003’an de ji bo şermezarkirina zextên li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, li bajarê Arnhem ê Hollandayê hat bibîranîn. -
Meclîsa Jinan a HDP'ê: Êrîşa Kobanê êrîşa li ser jiyana azad û wekhev e
Meclîsa Jinan a HDP’ê li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Êrîşa li ser Kobanê êrîşa li ser jiyana wekhev û azad e ku bi pêşengiya jinê hatiye avakirin.” -
Xwedawenda agir: Mariya Ûmût
Lêgerîna azadiyê êdî Mariya ber bi heqîqetê ve dibe û bi vê yekê biryara tevlîbûnê digire û sala 1996’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Berê xwe dide lûtkeyan û sala 2010’an de di rêwîtiyek tolgirtinê de dibê berdêla azadiyê. -
Ji Dusseldorfê heta Parîsê dirûşmeya sereke: Jin Jiyan Azadî!
Bi sedan rêxistinên jinan li bajarên Ewropayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya Li dijî Şîdeta Li ser Jinan daketin qadan. Jin Jiyan Azadî bû dirûşmeya hevpar a rêxistinên jinan. -
Ji bo piştevaniya bi raperîna li Rojhilat û Îranê çalakî
Li bajarê Silêmaniyê bi armanca piştgiriya ji bo jinên serhildêr ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, jinan daxuyanî da û gotin ku ew ê bi yekîtiyê bi ser bikevin. -
Li Marsîlya û Frankfûrtê jin li dijî şîdetê daketin qadan
Zozan Serhed destnîşan kir ku bi hezaran jinên ku li çiyayên azad in ji bo wan, pêşengê têkoşînê ne û got: “Çawa ku em li pey şopa van jinan meşiyan û me Şengal û Rojava rizgar kir, em ê ji bo hemû jinên cîhanê jî têkoşînê mezin bikin.” -
Li Silêmaniyê ji bo mêran semînera Jineolojiyê hat lidarxistin
Li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Akademiya Jineolojiyê û RJAK’ê ve ji bo mêran semînerek hat lidarxistin. -
Li Stenbol û Tekîrdagê li faşîstan hate xistin
Înisîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir li Stenbol û Tekîrdagê li dijî faşîstan çalakî kirine. -
'Wê ji vê rêyê veger tune be'
Nazîle Afkhamî diyar kir ku serhildana li Îranê ku di meha xwe ya 2’yemîn de ye û got, “Piştî vê demê êdî veger nîne. Armancek heye û ji bo vê armancê gavên xurt tên avêtin. Jinên Kurd mohra xwe wisa li dîrokê xistin ku wê tu carî nayên jibîrkirin.” -
Girtî xistin hewşika bêhnstendinê û alavên wan desteser kirin
Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji bo ku li ber xwe nedin jinên li qawîşa mehkûman û girtiyan, di hewşa bêhnstendinê de girtin û hemû malzemeyên wan ên paqijiyê desteser kirin. -
Heqîqeta Rêber Apo
Rêber Apo mîna ku hesabê kiryarên bi serê hevalên xwe yên keç, xwişkên xwe yên di zarokatiyê de bipirse, berê xwe da azadiya jinê. Her ku ber bi azadiya jinê ve meşiya, jinan jî berê xwe dan Rêber Apo. -
Meclîsa Jinan a HDK‘ê: Li dijî tundiya dewleta mêr em ê terka kolanan nekin
Meclîsa Jinan a HDK’ê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, li Kadikoyê daxuyanî da û got: “Me li dijî desthilatdarên ku ji bo mayîndetiya xwe her cure tundî, nehiqûqî, derew û hilweşînê rewa dibînin, me terka kolanan nekiriye û nakin.“ -
Jin li sê bajaran ji bo 25’ê Mijdarê hatin ba hev
Platforma Jinan a Edeneyê û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bernameya çalakiyan xwe eşkere kir. Li Rihayê jî jinan dest bi çalakiyan kirin. -
Li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê destpê kirin
Platforma Jinan a Dicle Amedê û Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê bi şandina qertên ji jinên girtî dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin. -
Serhad: Partiya me garantora têkoşîna azadiya jinê ye
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad got, "Partiya me garantora têkoşîna azadiya jinê ye. Ji bo jiyaneke bi rûmet, ji bo azadiyê divê jin xwe ji dayina berdêlan venegirin." -
Rûsya welatekî welê ye ku lêdan jî ji tundiyê nayê hesibandin
Li gorî rêxistinên jinan li Rûsyayê her 40 deqeyî carekê jinek tê kuştin. Desthilatdariya mêr ku dixwaze tundî mîna amûrekê li ber dest bimîne, li gel delîlên tibî jî nahêle ku jin dozê veke, jinê sûcdar dike. -
Polîsan bi ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê de girt
Polîsan girt bi ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê de ku li Kadikoyê ye û Berdevka Giştî ya SKM’ê Çîçek Otlû jî di nav de gelek jin bi êşkence destgîr kirin.