‘MARIYA JÎ WEKE GELEK ZAROKÊN KURD BI HESRETA WELAT MEZIN DIBE’
Fatma Aydin bi navê tevgerê Mariya Ûmût di sala 1980’yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik dibe. Mariya di nava malbatekî welatparêz, sade û xwedî çand de teşe digire. Malbata wê her tim hewl dide ku zarokên xwe bi rûmet û bi pîvan mezin bike. Ev yek dibe sedem ku Mariya bêyî ku ji rastiyan dûr bikeve mezin bibe. Sala 1985’an ji ber rastiya dijmin malbat neçar dimîne koçî Stenbolê bike û Mariya jî weke gelek zarokên Kurd bi hesreta welat mezin dibe.
Mariya hîn di temenekî biçûk de bi nakokiyan ve rû bi rû tê. Dema dibîne ku zarok neçar dimînin li kolanan mezin bibin û bikevin nava qirêjiyan, pir pê bandor dibe. Herî zêde jî bê adaletiya ku heyî wê diêşîne. Nakokiya ‘çima hinek feqîrin û çima hinek dewlemendin’ jê re dibe sedema lêgerînan. Dema hinek din fêhma dibe dibîne ku nasnameya wê nayê pejirandin. Ev yek hêrseke mezin di dile Mariya de çedike.
‘BIRYARA TEVLÎBÛNÊ DIDE’
Mariya edî dikeve nava legerînên ku bikaribe li beramberî van rastiyan têbikoşe. Bi komek hevalên xwe yên jin re biryara ne zewicandinê û têkoşînkirinê dide û dest bi lêkolînan dike. Dema lêkolîn dike Tevgera Azadiyê bala wê dikşîne. Dibîne ku yekane rêya ku ji nakokiyên wê re dibin bersiv Tevgera Azadiyê ye.
Di sala 1993’yan de xwîşka Mariya ango Mizgîn tevlî tevgerê dibe. Ev yek sedemên wê yên têkoşîne hîn xurtir dike. Bi vî awayî sala 94’an tevlî xebatan dibe. Dema ku xebat dimeşîne carekê tê girtin û di demek kurt de tê berdan. Mariya edî biryara tevlîbûnê dide û sala 1996’an tevlî tevgera azadiyê dibe. 3 salan di xebatên legal de dimîne û beşdarî gelek çalakiyan dibe. Dema ku Rêber Apo dîl tê girtin li Stenbolê di nava çalakiyê de tê girtin û çend mehan di girtîgeha Semsûrê de dimîne.
‘TAMA JIYANA BI HEZKIRINA JI DIL DIGIRE’
Piştî Mariya tê berdan ji bo têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike, berê xwe dide qadên azad û derbasî qadên têkoşînê yên Amedê dibe. Dûvre bi biryara rêxistinê ya paşvekişandinê derbasî qada Qendîlê dibe. Mariya gelek hevalan dibîne û nas dike. Jiyana gerîla û hevaltiya qadên zehmet ya ku xwe dispêre menewiyatê pir bandorî li ser Mariya dike. Bi demê re bi perwerdeyên rexistinê û naskirina fikir û ramanên Rêbertî re di kesayeta gerîla Mariya de gelek guherîn çêdike. Gelek wate li jiyanê bar dike û mêzekirinên wê yên jiyanê tên guherîn. Hemû hebûnên di xwezayê de zindî dibîne û hurmet dide hemû heyînan. Tama jiyana bi hezkirina ji dil digire û bi xweşikbûna xwezayê xwe di dixemilîne.
Mariya dibe xwedî ezmûn û di gerîlatî de dest bi meşek hîn bi zanist dike. Ya esasî êdî ji xwe bawer dibe. Bi taybetî dahûrandina pergalê dike û di bîrdoziya rizgariya jinê de her tim hewl dide xwe kûr bike. Edî pîvan û rêgezên jiyana azad di kesayeta wê de zelal dibin. Bi vî awayî di hemû qadên têkoşînê de dibe xwedî kedekî bi wate. Bi sekna xwe ve ji gelek hevrêyên xwe re dibe mînak. Ango hemû qadên jiyane jê re dibin qadên têkoşîn û şerkirinê. Hemû kêlî bi tolgirtinê tê dagirtin. Zarokên ku li kolanan tî û birçî mane dibû sedema nesekinînê. Bê nasname mayîn jê re bû hêrs û çavkaniya xwe gihandina lûtkeyê.
‘JI BO XWE KÊLIYEK SEKINANDINÊ NAPEJIRÎNE’
Gerîla Mariya vê yekê baş dizane ku bi saya Rêber Apo mirovahî ji nû ve tov da û şîn bû. Bi keda Rêber Apo gelek nirx hatin avakirin. Ji ber vê yekê yekemîn xwesteka wê ew bû ku xwedî li vê kedê derkeve û rast tevlî bibe. Ango bûyîna mîlîtan û kadroyekî rast a tevgera azadiyê ji bo wê rêyekî jê neveger bû. Di rastiyê de li beramberî şehîdan û Rêbertiyê her tim xwe deyîndar didît. Ji bo vê jî jiyankirina erzan û hêsan na pejirîne û ji bo bilindkirina têkoşînê hemû zehmetiyan radigire ser milê xwe. Bi azweriyeke mezin xwe li jiyanê dipêçe.
Mariya weke her mîlîtaneke Apoyî kirasek ji agir xwe dike. Hemû kirêtiyan dişewitîne û xwe ji nû ve ava dike. Êdî meşa xwe bilind dike û demek dirêj li qadên Amed, Qendîl, Zagros û herî dawî jî li Garzanê têkoşînên pir bi wate dide meşandin. Mariya ya ku ji aliyê hevalên xwe ve weke xwedawenda agir dihate binavkirin êdî xwe bi agir dixemilîne.
Ala serkeftinê hildigre ser milan û tekoşînê hîn xurtir dike. Berê xwe dide lûtkeyan û sala 2010’an di rêwîtiyeke tolgirtinê de dibe berdêla azadiyê. Di vê cengê de heya ala serxwebûnê bilind dike û heya canê xwe dide jî ji bo xwe kêliyek sekinandinê na pejirîne û bi vî awayî tevlî karwanên nemiran dibe.