Polîsan bi ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê de girt
Polîsan girt bi ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê de ku li Kadikoyê ye û Berdevka Giştî ya SKM’ê Çîçek Otlû jî di nav de gelek jin bi êşkence destgîr kirin.
Polîsan girt bi ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê de ku li Kadikoyê ye û Berdevka Giştî ya SKM’ê Çîçek Otlû jî di nav de gelek jin bi êşkence destgîr kirin.
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), bi parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, ragihand ku polîsan li navçeya Kadikoy a Stenbolê girtiye bi ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê de. Di daxuyaniya hat weşandin de wiha hat gotin: “Hevseroka me ya Giştî Ozlem Gumuştaş, Berdevka Giştî ya SKM’ê jî di nav de, gelek jinên sosyalîst bi êşkence hatin destgîrkirin.“
KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN
Kesên hatine destgîrkirin ev in: “Çîçek Otlû, Ozlem Gumuştaş, Tanya Kara, Berfîn Polat, Sînem Çelebî, Hacer Elçîn, Leyla Can, Fatma Kanbolat, Melîha Kayaci, Songul Akbay û Elîf Baybûrt.“