Li Ermenistanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê civînek hate lidarxistin

TJKN'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Erîvanê bi jinên Ermenî, Ukrayanî li mala kêmnetewa civîneke hevbeş lidar xist.

Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (TJKN) bi wesîleyê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî li Erîvanê bi jinên Ermenî û Ukraynî li mala kêmnetewa civîneke hevbeş lidar xist. Di civîna ku bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê hate destpêkirin de Endamên Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Seyran Celadî û Lîanna Mihoyan, Hevseroka Komîteya Kurdistanê Îlla Tovmasyan û Seroka Saziya Ukrayna Anna Harutunyan  axaftin bi zimanê Kurdî û Ermenî  kirin.

PÊWÎSTIYA JINAN BI YEKÎTIYEK XURT HEYE

Endama Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Lîanna Mihoyan diyar kir ku pêwîstiya jinan bi yekîtiyeke xurt heye û got, “Mafê me jinan her roj tên binpê kirin. Em bang li tevahî jinan dikin ku ji bo jiyanek azad di bin dirûşmeya Jin Jiyan Azadî de xebat û têkoşînek hevkar bidin meşandin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re, me dît jin li tevahî cîhanê bi yek dengî gotin Jin Jiyan Azadî. Ev dirûşme mîrateyê jinên berxwedêr û fedaî Zîlan, Bêrîtan û bi hezaran jinên têkoşer in. Em bi ruhê berxwedaniya wan xwe bi rêxistin bikin.”

BI DIRÛŞMA JIN JIYAN AZADÎ 25’Ê MIJDARÊ PÊŞWAZÎ DIKIN

Piştre jî Seyran Celad anî ziman ku ew bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin û li dijî tundiya mêr-dewletê derdikevin. Celad tundiya li ser jin şermezar kir û ev tişt got, “Em dizanin li her derê tundiya mêr û dewletê bi rengên cuda li ser jinê te meşandin. Ji ber vê pêwîstiya têkoşînek hevpar heye. Divê em bi yek dengî ji hemû êrîşên qirkirinê ya li ser jinan re bêjin Êdî Bese! Ferqa ziman û netewa tune ye, êşa hemû jinan yek e. Mêr rêzê ji nêrîn û vîna jinê re nagire. Em ê dirûşmeya Jin Jiyan Azadî ya ku di sedsala 21’emîn de, bi felsefeya Rêber Apo derketiye holê, bikin qêrîna azadiya jinê.”

EZ ÎLHAMÊ JI TÊKOŞÎNA GELÊ KURD DIGIRIM

Seroka Saziya Ukranya Anna Harutunyan jî wiha axivî, “Dirûşmeya ku Tevgera Jinên Kurd diyar kiriye pir girînge û di cihê xwe de. Ji ber em dizanin ku jin jiyanê ava dike. Ez îlhamê ji têkoşîna gelê Kurd digirim. Em ê wek jin bi hêza xwe bi ser bikevin û vê pergala heyî biguherin. ”

TÊKOŞÎNA JINÊN KURD JI TEVAHÎ CÎHANÊ RE BÛYE MÎNAK

Di dawiyê de jî Hevseroka Komîteya Kurdistanê Îlla Tovmasyon destnîşan kir ku li tevahî dewletan saziyên jinan hene û got, “Lê ev sazî xizmeta azadiya jinê nakin. Wekheviya jin û mêr tune ye. Tenê Tevgera Jinên kurd ji bo azadiya jinê û civaka azad têkoşîn dide meşandin. Em vê rastiyê jî dibînin ku têkoşîna jinên Kurd ji bo tevahî jinên cîhanê bûye mînak.”

Civîn bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.