Li Silêmaniyê ji bo mêran semînera Jineolojiyê hat lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Akademiya Jineolojiyê û RJAK’ê ve ji bo mêran semînerek hat lidarxistin.

Li Silêmaniyê Akademiya Jineolojiyê bi hevkariya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) semînerek ji bo mêran bi navnîşana “Mêr, tundûtujî, terora kuştina mêrtî” hat dayîn.

Di semînerê de endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî û mamosta Nebez Semed axivîn. Di destpêka semînerê de dîroka mêrsalarî û desthilatdariyê ji aliyê Necîbe Qeredaxî ve hate dayîn. Piştre mamosta Nebez Semed jî behsa serdestiya mêr kir. Piştre fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser “kuştina mêr” hate şîrovekirin. Semîner bi pirs û bersivan dawî bû.