Hatîce Guden: Jinên Kurd dînamîzma şoreşger a Îranê ye

Nivîskar Hatîce Guden diyar kir ku hîmê bingehîn ê dînamîzma şoreşger a li Îranê jinên Kurd e û got, "Eger dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bûye dirûşma bingehîn a têkoşîna li Îranê, ev yek bandor û hêza tevgera berxwedanê ya Kurd nîşan dide."

Rêxistinên jinan ên Kurd, Elewî, sosyalîst û şoreşger di nav de Platforma Piştevaniya Jinê ya Londonê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê panelek bi sernavê "Raperîna jinê ya li Îranê û dersên jê bêne wergirtin" lidar xist. Panel li Cemxaneyê pêk hat û moderatoriya wê jî Sîbel Ozçelîk kir. Nivîskara sosyalîst Hatîce Guden û aktîvîsta Îranê Aso Kawalî li panelê axivîn.

Nivîskar Guden qala wê yekê kir ku şoreşa Îslamî ya Îranê ya piştî hilweşandina Şah Pehlewî ava bû, çawa veguheriye rejîmeke otorîter a zordar û got, "Dema ku mirov bala xwe dide ser destpêka şoreşa Îslamê ya li Îranê, hingî tê dîtin ku kooperatîf têne ava kirin, bi pêşengiya çîn a karker konsey febrîqeyan bi rê ve dibin. Yanî destpêkê şoreşeke çep hebû.

Lê belê bi demê re bi daxwaza Hûmeynî, piştî mehekê li jinan hate qedexekirin ku li sektora cemaweriyê dema ku dixebitin nabe ku serê wan vekirî be. Yanî rejîm zext û tundiya xwe ya destpêkê li dijî jinê dike. Piştre jî rojname têne girtin, sêdare têne danîn, muxalîf têne qetilkirin. Rêxistiniyên xwe çepgir pênase dikin li hemberî 'serînixumandin'a jinê bêdeng dimînin û piştre para xwe ji tundiya rejîmê werdigirin.

Guden anî ziman ku rejîmên Îran û AKP-MHP dişibin hev û got, "Dema ku mirov bala xwe dide pêvajoya destpêkê ya Îranê, hingî asta aramiyê demekê bilind dibe. Lê li aliyê din li girtîgehan bi hezaran girtiyên şoreşger têne darvekirin. Di salên 1990'î de polîtîkayên neo lîberal dikevin dewrê. Perwerde dibe bi pere, kargeh taybet dibin. Li Tirkiyeyê jî heman pêvajo heye. Yanî dema ku mirov Îranê fêhm dike, hingî dibîne ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser şopa faşîzma Elman dimeşe."

'JINÊN KURD DÎNAMÎZMA ŞOREŞÊ YE'

Hatîce Guden ragihand ku pêvajoya heyî ya li Îranê berhevbûna berxwedana salên 2000'î ye û got, "Li Îranê jinan, ciwanan û karkeran, Kurdan ev pêvajo ceribandine. Yên ku îro pêşengiyê ji şoreşa jinê re dikin, ew jin in ku ji nava vê pêvajoyê derketine. Lewma jî ne aborî ye ne jî reform e. Yên ku dînamîzma şoreşger a tevgera li Îranê diafirînin jin in û tevgera berxwedanê ya neteweyî ya Kurd e. Jin, Jiyan, Azadî ye. Eger dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bûye dirûşma bingehîn a têkoşîna li Îranê, ev yek bandor û hêza tevgera berxwedanê ya Kurd nîşan dide. Ya ku serhildana niha ji yên berê cuda dike ew e ku mirovên ji her beşên civakê bûne parçeyek ji tevgera gel."

Aktîvîsta Îranî Aso Kawalî jî li ser berxwedan û encamên wê axivî ku li Îranê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi pêşengiya jinê tê meşandin.

Di panelê de jinan tim û tim dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan.