Rûsya welatekî welê ye ku lêdan jî ji tundiyê nayê hesibandin

Li gorî rêxistinên jinan li Rûsyayê her 40 deqeyî carekê jinek tê kuştin. Desthilatdariya mêr ku dixwaze tundî mîna amûrekê li ber dest bimîne, li gel delîlên tibî jî nahêle ku jin dozê veke, jinê sûcdar dike.

Rêvebera Forûma 'Na ji tundiyê re' Anna Rivina anî ziman ku jin tenê ji ber ku jin in li wan tê xistin an jî têne kuştin. Aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Alena Popova jî diyar kir ku jin weke 'sûcdar', 'ya ku mêr xistiye wê rewşê' tê dîtin, polîs ceza nabire.

Statîstîkek nîne ku nîşan bide bê li tevahiya Rûsyayê li nava malbatê çend jin hatine qetilkirin. Li gorî pisporan rewşa heyî pirsgirêk e. Pisporên Konsorsiyûma Saziyên Civaka sivîl a Jİnan ji bo asta pirsgirêkê hîn bibin li gel dilxwazan 'Algorîtma Ronahiyê' ava kirin. Bernameyeke welê ye ku agahiyan kom dike, bê di demeke diyarkirî de çend jin ji ber tundiya li nava malê hatine kuştin. Li gorî wan, ji sala 2020'î heta 2022'an di dema şewbê de ji sedî 70 ê jinên ku li Rûsyayê hatin kuştin, ji aliyê hevser an jî xizmekî xwe ve hatin kuştin.

Li gorî rêxistinên jinan ên li Rûsyayê her 40 deqeyî carekê jinek ji ber tundiyê tê kuştin. Li gorî statîstîkên fermî sala 2022'an 12 hezar jin bûn mexdûrê tundiyê. Di raporên balîstîk de tundiya zayendî weke sûc nayê pênasekirin.

HEM LÊ TÊ XISTIN, HEM JÎ TÊNE SÛCDARKIRIN

Rêvebera Forûma 'Na ji tundiyê re' Anna Rivina anî ziman ku jin tenê ji ber ku jin e li wan tê xistin, yan jî têne kuştin û got, "Ji aliyê ewlekariyê ve zêde şensê me nîne. Eger li malekê destdirêjî li jinekê bê kirin pirsa 'tu çima ji malê nereviya' tê kirin. Eger li derve destdirêjî lê bê kirin pirsa 'Tu çima ji malê çû' tê kirin. Destpêkirina dozê li hemberî revandina mirovan zehmet e, carna jî êrîşan bêceza dimîne. Ji ber ku revandina mirovan tenê welê tê dîtin ku biyaniyek te girê bide û biavêje hundirê wesayitê. Eger hevserê te yê berê te li wesayitê siwar bike, ev yek tenê weke dozeke li nava malbatê tê dîtin. Gelek serlêdanên mexdûran bi cezakirinê bi encam nebûne. Yek ji pirsgirêkên me yên bingehîn bi vî rengî ye."

LI GEL DELÎLÊ JÎ NIKARIN DOZÊ BIDIN DESTPÊKIRIN

Parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Mari Davtyan jî got, "Tundiya li nava malê, destdirêjî û destavêtin, ji cûreyên tundiyê ne ku bi giranî li jinan tê kirin. Ji ber ku jin e tê kirin" û wiha dewam kir, "Eger hûn bala xwe bidin ser statîstîkên navenda me, wê were dîtin ku beşek ji jinên ji ber tundiyê serî li polîsan dane, tevî ku delîla tibî jî pêşkêş kirine, nekarîne dozê bidin destpêkirin. Di rewşeke welê de ku alîkariya hiqûqî ji mexdûr re tê dayin, ewlekariya wê gelekî zehmet e. Pirsgirêkeke tevlîhev e. Ev yek ne tenê ji bo tundiya li nava malê derbas dibe. Mixabin li gorî statîstîkan zêdeyî ji sedî 16'an ên îdîayên sûc nagihêjin asta doza cezakirinê."

'2 MILYON KESÎ DOZ VEKIRINE'

Li gorî statîstîkên fermî û pisporên Wezareta Karên Hundir tundî li piraniya jinên Rûs tê kirin. Di navbera salên 2021-2022'an de ji 65 hezar û 543 mexdûrên tundiya li nava malê 49 hezar û 765 jê jin e. Aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Alena Popova diyar kir ku 2 milyon kesî li hemberî lêdanê doz vekirine ku li Rûsyayê weke sûc nayê dîtin. Alena Popova got, "Asta giştî ya pirsgirêkê di anketa Rosstat a 2022'an de dikare bê dîtin. Li gorî vê yekê ji pênc jinan yekê ji ber tundiya fîzîkî gilî kiriye. Qanûna têkildarî tundiya li nava malê dikare çareseriyê ji vê pirsgirêkê re peyda bike, lê belê Rûsya yekane welat e ku ev qanûn lê nîne. Ji bo li Rûsyayê ev qanûn bê amadekirin 46 caran hewldan hate kirin, lê nehate qebûlkirin."

Diyar e ku desthilatdarî dixwaze tundî mîna amûrekê li ber dest bimîne û mexdûr her tim têne sûcdar kirin.

Li gorî Alena Popova ji ber ku jin 'sûcdar' û 'ya ku mêr xistiye wê rewşê' tê dîtin, polîs sûcdarê tundiyê naxwaze ceza bike.

Gotina 'piştî ku tu mir, em ê bên' nêzîkatiya polîsên Rûs a têkildarî tundiya li nava malê radixe pêş çavan.