Girtî xistin hewşika bêhnstendinê û alavên wan desteser kirin

Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji bo ku li ber xwe nedin jinên li qawîşa mehkûman û girtiyan, di hewşa bêhnstendinê de girtin û hemû malzemeyên wan ên paqijiyê desteser kirin.

Yek ji parêzerên OHD'ê Bêrîvan Bekçî, bûyera li girtîgehê nirxand û diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehê ji ber şert û mercan, girantir dibe û got “Girtiyan jî xwestin bila parlementer dîsa werin girtîgehê.”

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê gardiyanan girtiyên jin xistin hewşika bêhnstendinê û gelek materyalên girtiyan desteser kirin. Hate diyarkirin materyal, name û xêzên girtiyan hatine desteserkirin. Girtiyan ji bo ku ev materyal û alavên wan dîsa li wan were vegerandin bang li parlementeran kirin ku bila werin bi rêveberiya girtîgehê hevdîtinê bikin.

Yek ji parêzerên OHD'ê Bêrîvan Bekçî ku ji ber êşkenceya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çûbû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kiribû, rewşa girtiyan ji ANF'ê re nirxand.

Parêzer Berîvan Bekçî anî ziman çi tiştên ku herfek jî li ser hebû hatine desteserkirin û got “Ez bi du kesên ji qawîşên girtî û hikumxwaran re rûniştim. Di serdegirtinan de hemû malzemeyên wan hatin desteserkirin. Bi rastî, ji pirtûkên ku bi salan li cem xwe hiştiye, heta ferhengan, heta notên ku girtine, di nav wan de her tişt hene. Li beşan kesên hunerê dixwînin jî hene; rismên wan, pênûs û alavên kirtasiyeyê hatine desteserkirin. Li ser kaxizekê herfek jî hatibe nivîsandin, ew tişt jî hatiye desteserkirin û bi tu awayî nehatiye îadekirin.”

GOTIN EM Ê KONTROLA NORMAL BIKIN

Parêzer Bekçî jî diyar kir ku rêveberiyê ji jinan re gotiye ku ew ê kontroleke normal bikin lê girtî xistine hewşika bêhnstendinê û got “Gotine em ê lêgerîna normal bikin û ji qawîşan derbikevin, lê ji bo ku jin li ber xwe nedin, ew xistine hewşika bêhnstendinê. Di nav qawîşê de hemû alav hatine desteserkirin. Dest danîne ser ferhengan jî. Li gorî qanûnên berê ferheng ne di statuya ferhengan de bû, lê ew jî xistine statuya ferhengan. Girtiyan daxwaz kirin ku ji bo vegerandina eşyayan em bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin. Ji ber ku tiştên ku wan bi xwe nivîsandine hene, name, tiştên taybet. Ev ji bo wan girîng in. Her wiha der barê greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji ber bikaranîna çekên kîmyewî piştî serdegirtinê dest pê kiribû, ji aliyê rêveberiyê ve lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.”

ALAVÊN HÎJYENÊ YÊN GIRTIYÊN NEXWEŞ JÎ HATINE DESTESERKIRIN

Parêzer Bêrîvan Bekçî, diyar kir ku girtiya ku pê re hevdîtin pêk aniye bi pençeşêra mîdeyê ketiye û ji ber ku malzemeyên paqijiyê yên wan jî hatine desteserkirin şert û mercên wan girantir bûne û wiha got: “Yek ji girtiyên ku min pê re hevdîtin kir bi pençeşêra mîdeyê ketiye. Her wiha alavên wan ên paqijiyê jî hatin desteserkirin. Ev yek rewşa girtiyên nexweş girantir dike. Mafê tendirustiyê mafekî sereke ye. Bêparhiştina ji van mafan nexweşiyan zêdetir dike.

Girtiyên ku me bi wan re hevdîtin kir jî bang li parêzeran kirin ku ji bo şopandina pêvajoyê careke din bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin. Berê jî parlementer hatibûn, lê hatibû diyarkirin rêveberî ne amade ye, civîn pêk nehatibû. Girtî jî dixwazin parlementer careke din werin girtîgehê.”