'Wê ji vê rêyê veger tune be'

Nazîle Afkhamî diyar kir ku serhildana li Îranê ku di meha xwe ya 2’yemîn de ye û got, “Piştî vê demê êdî veger nîne. Armancek heye û ji bo vê armancê gavên xurt tên avêtin. Jinên Kurd mohra xwe wisa li dîrokê xistin ku wê tu carî nayên jibîrkirin.”

Nazîle Afkhamî bi bîr xist ku 43 sal in gelê Kurd, Belûç û pêkhateyên din ên etnîkî û olî di bin zilmê de ne. Nazîle Afkhamî ya ku bal kişand ser polîtîkayên dewleta Îranê yên li hemberî jinan jî, diyar kir ku mafê jinan ê hiqûqî tune ye. Afkhamî bal kişand ser êrîşên pergala baviksalarî ya li ser jinên Kurd û Belûç û anî ziman ku li Îranê hemû jin di bin zilmê de ne.

Nazîle Afkhamî ya ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û beşdarî 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî bibû, bersiva pirsên Rewşan Denîz a rojnameya Yenî Ozgurê da.

TEVÎ HEMÛ POLÎTÎKAYÊN ZEXT Û TIRSANDINÊ JÎ GELÊ ME JI KOLANAN VENEKIŞIYA

Afkhamî di serî de serhildana Rojhilatê Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û wiha got, “Em demeke dirêj li benda serhildaneke wiha bûn. Ev serhildana ku li Îranê bi pêşengiya gelê Kurd û jinên Kurd dest pê kir, li tevahiya cîhanê deng veda. Bi pêşengiya dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ji çar aliyên cîhanê çalakiyên piştevaniya Îranê tê li dar xistin.

Helbet pêla girtinê jî zêde bûne ji aliyê dewleta Îranê ve. Hejmarek mezin ji gelê me bi taybetî jinên me hatin girtin. Tevî van hemû polîtîkayên zext û tirsandinê jî gelê me ji kolanan venekişiya. Tevî ku her roj şehîd çêdibin jî gelê me li ber xwe dide û dirûşma azadiyê diqîre. Ji ber ku gelê Kurd ji qadên xwe dernakevin û dibêjin ‘Heta em mafên xwe negirin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’. Ev yek hêviyek mezin dide me.”

“JIN JIYAN AZADΔ NE TENÊ DIRÛŞMEYEK E, FELSEFE YE

Afkhamî diyar kir ku jinên li Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya serhildanê kirine û xwe pêş xistine û ev tişt got, “Piştî vê demê ji vê rêyê veger tune ye. Armancek heye û ji bo vê armancê gavên xurt tên avêtin. Rola jinên me di vê şoreşê de roj bi roj zêdetir derketiye holê. Jinên Kurd di dîrokê de mohra xwe danî ku tu carî nayê jibîrkirin. Û em ê bi serbilindî qala vê serhildanê ji zarok û neviyên xwe re bikin.

‘Jin jiyan azadî’ ne tenê dirûşmeyek e, felsefe ye. Berhema têkoşîna 40 salan e. Ji bo ‘Jin, jiyan, azadî’ bi hezaran şehîd hatin dayîn. Îro tenê ev dirûşme li Îranê ji aliyê 80 milyonan kes ve nayê berzkirin. Ev dirûşme li hemû cîhanê tê berzkirin. Dixwazim bibêjim ku jinên Kurd pêşengiya şoreşa jinê ya ku wê li Rojhilata Navîn û li cîhanê pêş bikeve. Bi şanazî û şerefeke mezin dixwazim bibêjim ku felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ wek berhema têkoşîna bi salan îro bûye sembola şoreşa li dijî mêtingerî û zordariyê.”

SERHILDAN HER ROJ BI TEVLÎBÛNÊN NÛ MEZIN DIBE

Afkhamî destnîşan kir ku her çendî îro jinên Belûç, Kurd û Faris ji bo mafên xwe daketibin qadan jî, lê ji bo rawestandina vê zilm û zordariyê ev demeke dirêj e di nav nîqaşan de bûn û wiha pêde çû, “Nîqaşek wisa hebû. Ji ber vê yekê berxwedana îro serhildana li dijî pergala avabûyî, zihniyeta baviksalarî û firoştina olî ye. Daxwaza azadiyê serhildana li dijî polîtîkaya îmhayê ya bi salan e li ser tê meşandin e. Armanc ne tenê azadiya jinê, rizgarkirina hemû gelên bindest ji vê zilmê ye. Armanc hilweşandina desthilatdariya dîktator e.

Ji demên berê ve ev dewleta dîktator êrîşî mirovan dike, dikuje, digire, birîndar dike, destê xwe dirêjî jinê dike. Niha jî vê yekê dike. Niha ji bo rawestandina vê serhildanek heye. Ji bo me ya girîng ne nêzîkatiya dewleta Îranê ye. Ji bo me ya girîng ew e ku em ê hovîtiya li Îranê û serhildana li dijî vê hovîtiyê çawa ji cîhanê re vebêjin. Di vî warî de jinên li dîasporayê berpirsyar in ku vê wehşetê û serhildanên li dijî wê pêş ketiye ji cîhanê re vebêjin. Dewleta Îranê bi tundî bersiva van serhildanan da. Lê belê, ev ji min re xerîb nayê. Ji ber ku helwesta dîktatoriya Îranê ji berê ve jî wisa ye. Nêrîna wî ya nemirovane qet neguherî. Îro jî heman nêzîkatiya ku berê nîşanî jina ku li maf digere, dide. Lê tevî vê yekê jî serhildan her roj bi tevlîbûnên nû mezin dibe. Serhildan mîna aşûtê mezin dibe û bi awayekî bêrawestan pêş dikeve.”

EGER JIN AZAD BIBE WÊ HEMÛ CÎHAN AZAD BIBE

Nazîle Afkhamî têkîldarê 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî jî ev tişt anî ziman, “Di vê konferansê de em dibînin ku Kurd pêşengiya jinên cîhanê dikin. Dikarin konferansek wisa xweş organîze bikin. Jinên ji welatên cuda dikarin bi azadî hest û ramanên xwe bînin ziman. Kurdan bi vê konferansê nîşan dan ku dikarin bi şoreşa jinê pêşengiya cîhanê bikin. Ji Şîlî, Emerîka, Efganîstan û Hindistanê beşdar hebûn. Jinên Kurd di vê konferansê de îspat kirin ku dikarin bibin dengê jinên bindest.

Tiştên pir xweş hatine gotin. Fikrên cuda derketin pêş. Pirsgirêkên jinan bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Weke jin li dijî faşîzmê çawa têdikoşin hate nîqaşkirin. Li hemû cîhanê pirsgirêka jinê heye. Jin di bin zextan de ne. Lê jinên Kurdistan, Filistîn, Belûçistan û gelên din ên bindest ji ber ku hem ji ber etnîsîteya xwe û hem jî ji ber kadîbûna xwe rastî zilm û zordariyê tên. Divê jinên cîhanê yên bindest di hin mijaran de bibin yek û li dijî zilmê li ber xwe bidin. Em dizanin ku ger jin azad bibe wê hemû cîhan azad bibe. Jinên bindest dikarin bi hev re li dijî zilmê bisekinin. Yekane rêya li dijî zilmê yekbûn e.”

DIVÊ JIN MIL BIDIN MILÊ HEV

Afkhamî di dawiyê de peyama 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê wiha da, “Belê, em niha behsa serhildana li dijî zilmê li Îranê dikin. Lê jin tenê li Îranê nayên çewisandin. Li gelek malên ku em lê dijîn jin rastî zextan tên. Femînîst tên çewisandin, yanî jin di gelek qadan de bindest in. Bi taybetî di civakên baviksalarî de gelekî zêdetir tên çewisandin. Bi gotineke din, divê têkoşîna me ji bo têkbirina vê sîstemê be. Divê em mil bidin milê hev û li rêyên têkoşîna li dijî van hemû zilmê bigerin. Divê em van zextên ku li her derê pêk tên bînin ziman, da ku em van zextan bînin rojevê û hêz û vîna çareseriyê bidin jinan.”