Li Stenbol û Tekîrdagê li faşîstan hate xistin

Înisîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir li Stenbol û Tekîrdagê li dijî faşîstan çalakî kirine.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol û Tekîrdagê çalakî li dar xist.

Di daxuyaniya Însiyatîfê de ev agahî hatin dayîn:

“Li Beşîktaşê di 17’ê Mijdarê de 2 wesayîtên karsazekî hatin şewitandin, li Çorlûya Tekîrdagê jî 3 wesayîtên faşîstên MHP’ê ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

Di 18'ê Mijdarê de li Sancaktepeya Stenbolê wesayîteke notirvanan hate şewitandin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo rabe, wê çalakiyên me bi awayekî xurtir bidome. Em jin em bang li hemû gelê Kurd dikin; heta tecrîd were şikandin bila dijmin rojeke xweş nebîne.”