Xwişka Besma dest bi kampanya 'edalet ji bo xwişka min' kir

Besma Akinci sala 2020'î ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hate qetilkirin. Xwişka wê Sûad Îsmaîl Xelîl ji bo xwişka xwe dest bi kampanya 'Edalet ji bo xwişka min Besma' da destpêkirin.

Besma Akinci ya 27 salî di 14'ê Nîsana 2020'î de ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû Cemal Akinci ve li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê li mala li bajarokê Eînbeckê bi çekê hate kuştin. Besma ku dayika sê zarokan bû, ji malbateke Kurd a Êzidî bû. Kujerê Besma piştî ku demekê girtî ma, hate berdan.

Cemal Akinci piştî 5 mehan bi biryara dozgeriya Gottîngenê hate girtin. Cemal Akinci îdîa kir ku bi qezayê Besma kuştiye. Di lêpirsînê de biryar hate dayin ku ne qeza ye, lê 'bi zanebûn hatiye kuştin'.

Ji Çileya 2021'ê û vir ve li Dadgeha Eyaletê ya Gottîngenê darizandina Cemal Akinci dewam dike. Ji bo Cemal Akinci bi cezayê herî giran bê cezakirin, xwişka Besma Sûad Îsmaîl Xelîl dest bi kampanya îmzeyan kir. Xelîl anî ziman ku darizandin li ber qedandinê ye û xwest ku kuştina nxwişka wê ji aliyê dadgehê ve weke 'kuştina jinê' (femînîcîd) bê qebûlkirin.

Sûad Îsmaîl Xelîl anî ziman ku mêrê bi xwişka wê re zewicî bû bi salan tundî lê dikir, lê tevî vê yekê jî heta 17'ê Mijdara 2022'an jî di darizandinê de bûyer weke 'kuştina jinê' nehate dîtin û xwest ku li tevahiya cîhanê tundiya li dijî jinê bi dawî bibe.

Kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê, bi rêya vê lînkê dikarin xwe bigihînin kampanyaya 'Edalet ji bo Besma'.