Jin li sê bajaran ji bo 25’ê Mijdarê hatin ba hev

Platforma Jinan a Edeneyê û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bernameya çalakiyan xwe eşkere kir. Li Rihayê jî jinan dest bi çalakiyan kirin.

EDENE

Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li pêşiya Şaxa PTT’ê ya Cûmhûriyetê kom bûn û ji jinên girtî re qertên piştgiriyê şandin. Beriya şandina qertan, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ewil parêzera Platforma Jinan a Edeneyê Sevîl Araci Bek axivî û ji bo meşa ku wê di roja 25’ Mijdarê saet di 17.30’an de ji Parka Heykellyê ber bi Parka Ataturkê ve li dar bixin, banga tevlibûnê kir.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî rejîma yekzilam û tundiya mêr-dewletê didome. Hatîmogûllari got: “Em 25’e Mijdarê diyarî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel û Jîna Emînî dikin ên ku hatibûn qetilkirin. Dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ li tevahiya cîhanê olan dide. Pora Jînayê û pênûsa Nagihanê bûn yek û li dijî tundî û komkujiyên rejîmên otorîter têdikoşin. Tevahiya cîhanê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ nas kir. Jin, bi vê serhildanê, ji bo azadiya xwe hatine ba hev û serhildana xwe mezintir dikin.”

MÊRSÎN

Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê û çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî têkildarî 25’ê Mijdarê li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî dan. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Yorgûn axivî diyar kir, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li her çar aliyên cîhanê li dijî desthilatdariyên mêrserdest bilind dibe û wiha domand: “Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de wê Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê û TJA bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî; Li Dijî Tundî, Şer û Xizaniyê Em Serî Hil didin’ li qadan bin.”

 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Mêrsînê wiha ye:

 "* 19’ê Mijdarê Roja Şêmiyê: Li Daristana 68’an wê şitil bên danîn (Saet: 14.00)

 * 22’yê Mijdarê Roja Sêşemê: Bi ÎHD’ê wê ji jinên girtî re qert bên şandin (Saet: 11.00)

 * 24’ê Mijdarê Roja Pêncşemê: Jin wê li Parka Bariş a navçeya Akdenîzê bicivin (Saet: 14.00)

 *25’ê Mijdarê Roja Înê: Bi Platforma Jinan a Mêrsînê re ji Kolana Kuşhumatoyê ber bi Qada Ozgecanê ve meş bê lidarxistin.”

 RIHA

Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) dest bi çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de kirin. Meclîsê bi serdana Emîne Şenyaşar a 620 roj in li ber Edliyeya Rihayê di Nobeda Edaletê de ye, dest bi çalakiyên xwe kir. Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl, jinên endamên KESK’ê yên li bajarên derdor, endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û endamên Platforma Jinan a Rihayê amade tevlî çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl diyar kir ku ew ê li hemberî hemû curên şîddeta li ser jinê têbikoşin.

Yeşîl diyar kir ku Emîne Şenyaşar 620 roj in li hemberî şîdeta “mêr-dewlet” têdikoşe û got: “Di hefteya pêşiya me de jin wê li hemû cîhanê li kolan û qadan dengê xwe li dijî şîddetê bilind bikin. Em jî îro li ber Edliyeya Rihayê diyar dikin ku em ê li her cihê li dijî şîdeta jinê têbikoşin.”

Yeşîl, da zanîn ku bi sedan sal in li dijî zaliman têkoşîna mafdaran bi ser ketiye û got: “Jin tu carî bêdeng nebûn, xwe teslîm nekirin û stûyê xwe xwar nekirin. Li dijî bêedaletî, bêhiqûqî, tundî û tacîzê bûn yek û têkoşîna xwe bilind kirin. Bi gotina Emîne Şenyaşar em dibêjin, ‘Edî Bes e.”

Piştî axaftina Yeşîl daxuyaniya 25’ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a KESK’ê ji aliyê Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher ve hat xwendin. Dayê Emîne Şenyaşar jî xwest ku êdî zilm bi dawî bibe.