Ji Dusseldorfê heta Parîsê dirûşmeya sereke: Jin Jiyan Azadî!

Bi sedan rêxistinên jinan li bajarên Ewropayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya Li dijî Şîdeta Li ser Jinan daketin qadan. Jin Jiyan Azadî bû dirûşmeya hevpar a rêxistinên jinan.

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê û bajarên Montpellîer û Parîs ên Fransayê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya Li dijî Şîdeta Li ser Jinan çalakî hatin lidarxistin.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî-Jin jiyanê diparêzin” meş hat lidarxistin. Meş ji aliyê NRW YJK-E’yê ve hat organîzekirin.

Meş di saet 14.00’an de li ber DGB Haûsê destpê kir. Ji bajarên cuda yên NRW’ê gelek jin tevlî meşê bûn. Di meşê de pankartên ku bi gelek zimanan li ser hatibû nivîsîn, “Jin Jiyan Azadî” û “Xwe biparêze”, “Xwe organîze bike”, “Azadiya xwe bijî” hatin hildan. Her wiha ala ku sembola pora Jîna Emînî ye jî hat hildan. Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk jî bi pankarta “Ji xwe bawer be, bi hêz be û xwe azad bike” tevlî meşê bû.

Komek jinên Îranî jî bi pankartek a ku daxwaza berdana hemû girtiyên polîtîk ên li Îranê dike, tevlî meşê bûn.

Di meşê de pankartek a ku êrîşên çekên kîmyewî şermezar dike, hat hildan. Di tevahiya meşê de ji bo raya giştî ya Dusseldorfê axaftin hatin kirin. Hat diyarkirin ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq” ve, dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bûye dirûşmeya raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Hat destnîşankirin ji bo ku Tevgera Jinên Kurd vê şîdeta dewleta mêrserwer rawestîne, protestoyan têrker nabîne û divê hemû tevgerên jinan bi organîzekirî tevbigerin û berxwedana xwe bikin yek. Meş bi awayek coş dewam kir û bênavber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin.

PARÎS

Li paytext Parîs a Fransayê jî 100 rêxistinên jinan, ji Qada Repûblîqûe heta Qada Natîonê meşiyan. Herî pêş jinên Kurd bi Platforma Jiyan Jiyan Azadî re, 60 hezar jinan bi yek dengî “Jin Jiyan Azadî” qîr kirin.

Meşa ku ji aliyê Tevgera Îsal Em Hemû Noûs Toûtes û 100 rêxistinên jinan ve hatî organîzekirin, li Qada Repûblîqûeyê destpê kir.

Platforma Jin Jiyan Azadî ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd TJK-F’ê, li pêşiya çalakiyê cihê xwe girt. Beriya ku meş destpê bike, jinên Kurd ji bo bal bikêşînin ser qirkirina jinan merasîmek li dar xistin. Jinek Kurd bi dansa Piya Sara li qadê cih girt.

Bi dirûşmeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’, pankartê wêneyên Nagihan û Jînayê li ser, pankartê li ser ‘’Jin, jiyan, azadî, jiyanê biparêze’’ nivîsandî û wêneyên Sara, Rojbîn, Ronahî, Nagihan, Jîna, Sêvê, Fatma, Pakîze û Hevrîn jî di nav de bi pankartê wêneyên 10 jinên Kurd li ser, meş saet di 14.00’an de destpê kir.

Di rê de bê navber dirûşmeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ hat berzkirin, rejîmên dîktator hatin şermezarkirin.

60 hezar jin tevlî meşa li Parîsê bûn. Navên 119 jinên sala 2022’an li Fransayê hatine qetilkirin li qada çalakiyê hatin hildan; dirûşme li dijî tundûtûjî û pederşahiyê hatin berzkirin.

Di korteja Tevgera Jinên Kurd de jî hunermendên jin stranên jinan ên berxwedanê gotin. Hunermend Mathîlde, Sally, Dorelly, tevgera jinên Kurd û berxwedana jinan a li Îranê silav kirin û wiha gotin: ‘’Em ê vê berxwedanê bi hev re gur û geş bikin.’’ Axaftin li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, jinên Kurd ên qetilkirî, zext û mirinên hatin kirin û behsa felsefeya ‘’kuştina mêr’’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Banga tevlêbûna meşa ku wê 26’ê Mijdarê roja Şemiyê bi pêşengiya Platforma Jin Jiyan Azadiyê ji bo piştgiriya berxwedana li Îranê wê li Parîsê bê lidarxistin hat kirin. Stîckerên li ser ‘’Jin, jiyan, azadî’’ nivîsandî li qada çalakiyê hebûn. Gelek parlamenteran serdana korteja tevgera jinên Kurd kir. Jinan, wêneyên gerîlayên jin ên bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin, hildan.

Piştî meşa dirêj, jin gihîştin Qada Natîonê. Koroya jinên ji hemû gelên li Îranê dijîn jin pêşwazî kirin. Jinan versiyona bi Farisî ya sirûda Cîao Bellayê got.

Meş, heta derengiya şevê dewam kir. Piştre li Qada Natîonê axaftin hatin kirin. Çalakî, bi gotina strana ‘’Berxwedan bi hev re’’ bi dawî bû.

MONTPELLÎER

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundûtûjiya Berpêyî Jinan a Navneteweyî de, bi hezaran jin li bajarê Montpellîer ê Fransayê hatin ba hev.

Çalakî, bi pêşengiya Komuna Jinan a Konseya Kurd a Demokratîk a Montpellîerê, li qada Comedy ku qada herî qerebalix a bajêr e hat lidarxistin.

Nûnerên jin ên rêxistinên çepgir ên Fransî û rêxistinên femînîst jî piştgiriya çalakiyê kir. Jinan, bi berzkirina dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ got: ‘’Na ji tundûtûjiya berpêyî jinan re.’’

Wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê hatin vekirin, bi zimanên cuda dowîzên li ser ‘’Na ji tundûtûjiya berpêyî jinan’’ nivîsandî, hatin hilgirtin.

Li qada Comedyê pêşaniyek li ser bandora civakî ya tundûtûjiya berpêyî jinan hat nîşandan.

Banga avakirina platformên hevpar û birêxistinbûnê li jinan hat kirin.

Bê navber dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ hatin berzkirin. Jin bi kortej heta ber Walîtiya Montpellîerê meşiyan.

Jinên li ber walîtiyê bi jinên Îranî re hatin ba hev û çalakiya xwe bi dawî kirin.