Fatoş Saglamgoz li Arnhemê hate bibîranîn

Fatoş Saglamgoz ya di 11’ê Mijdara sala 2003’an de ji bo şermezarkirina zextên li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, li bajarê Arnhem ê Hollandayê hat bibîranîn.

Fatoş Saglamgoz (Sema) ya di 11’ê Mijdara sala 2003’an de ji bo şermezarkirina zextên li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, li bajarê Arnhem ê Hollandayê hat bibîranîn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û Tevgera Jinê axaftin hatin kirin û pêvajo hate nirxandin. Nameya Fatoş Saglamgoz hat xwendin. Di bîranînê de jinên ku bi Fatoş Saglamgoz re mane, bîranînê xwe vegotin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.