Meclîsa Jinan a HDK‘ê: Li dijî tundiya dewleta mêr em ê terka kolanan nekin

Meclîsa Jinan a HDK’ê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, li Kadikoyê daxuyanî da û got: “Me li dijî desthilatdarên ku ji bo mayîndetiya xwe her cure tundî, nehiqûqî, derew û hilweşînê rewa dibînin, me terka kolanan nekiriye û nakin.“

Di çarçoveya çalakiyên 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Ser Jinan de, li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyanî hat dayîn. Bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Dilşat Canbaz Kaya û jinên femînîst çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de qala têkoşîna li dijî tundiya dewleta mêrserwer, hat kirin.

Jinan bêyî navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaetê nakin” berz kirin. Dîdem Acabey li ser navê jinan daxuyanî xwend û diyar kir ku têkoşîna azadiya jinan, ji xwişkên Mîrabel heta Nagihan Akarsel û Jîna Emînî berdewam e.

Acabey destnîşan kir ku têkoşîna jinên li dijî faşîzm, kapîtalîzma pederşahî, zayendparêzî, homofobî, netewperestî, paşverûtî, hêrs û ferq û cûdahiyê li ber xwe didin, rêya wan ronî dikin. Acabey bi bîr xist ku li Îranê piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî serhildan û protesto mezin bûne û got ku di serî de Rojhilatê Kurdistanê serhildana ku jin jê re pêşengiyê dikin, li her dera Îranê belav bûye.

Qetilkirina edîtora Jinelolojiyê Rojnamevan Nagîhan Akarsel ji aliyê dewleta mêr ve, ji têkoşîna azadiya jinan a li Rojhilata Navîn mezin dibe, ne qut e û got: “Sedema qetilkirina Nagîhan ji aliyê dewleta mêr ve, nasnekirina dîroka me ya jinan e ku tune tê hesibandin. Em bi bawerî dimeşînin, têkoşîna azadiya jinan heye. Em bi gotina ‘Piştevaniya Jinan Sînoran sînornenas e’ em ê porê Jînayê û pênûsa heqîqetê ya Nagîhanê, bi dîroka xwe ya azadiya jinan re bikin yek û bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ku li her dera cîhanê belav bûye, veguherînin qêrîna xwe ya serhildanê.“

Acabey destnîşan kir ku li Tirkiyeyê heman zext û tundî heye û diyar kir ku ji polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst herî zêde jin bi bandor dibin. Acabey destnîşan kir ku gotina “malbat” a ku di nava zagona sereke ya desthilatdariyê de cih digire, ji bo jinan tê wateya tundiya mêr û girtîbûna li malê û got ku ew ê polîtîkayên dijminatiya jinan, neteweperest û şovenîst qebûl nekin.

Acabey anî ziman ku li her dera netewe dewlet û siyaseta rastgir a populîst dest bi bilindbûnê dikin û tundî û mirin li wir çêdibin û got: “Me li dijî desthilatdarên ku ji bo mayîndetiya xwe her cur tundî, nehiqûqî, derew û hilweşînê rewa dibînin, terka qad û kolanan nekiriye û em ê nekin.“

Acabey got ku ew ê li her dera cîhanê têkoşîna azadiya jinan bilind bikin û ev tişt got: “Di vê dema ku her tişt girêdayê tayekê por bûye de, em 25’ê Mijdarê bi van hemû tecrûbe û piştevaniya hemû têkoşînan, pêşwazî dikin. Em xwedî li nasname, beden, gel û jiyana xwe derdikevin. Bijî têkoşîna me ya azadiyê. Jin jiyan azadî!”