Meclîsa Jinan a HDP'ê: Êrîşa Kobanê êrîşa li ser jiyana azad û wekhev e

Meclîsa Jinan a HDP’ê li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Êrîşa li ser Kobanê êrîşa li ser jiyana wekhev û azad e ku bi pêşengiya jinê hatiye avakirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şeva borî gelek cihên sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet Kobanê ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke xurt a jinan heye, bi êrîşên dewleta Tirk hatin bombekirin. Ev operasyon ne ji bo ewlehiya gel û jinên li Tirkiyeyê ye, desthilatdariya AKP-MHP’ê armanc dike ku ewlehiya xwe pêk bîne.”

‘ENCAMA BÊÇARETIYA DESTHILATDARIYÊ’

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 

“Êrîşên hewayî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bêçaretiya tîqafa şer a AKP-MHP’ê ye. Ev operasyona ku di bin navê ewlehiyê tê kirin de, jiyana hevpar ku gelan bi pêşengiya jinan ava kir, dike hedef. Kesên ku bi siyaseta şerê qirêj ji bo ku li ser lingan bisekîne her carê li gel Kurdan êrîşê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinan dike, wê ti car bi ser nekevin. Operasyonên li derveyî sînor û polîtîkayên ku bi şer û nefretê mezin dibin wê wan xilas neke. 

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku welat veguherandiye cihê şer, tundî û krîzê, bi şer û tundiyek zêdetir ne bi çareserkirina krîzên gel û jinan, ketiye xema çareserkirina krîzên xwe. Ev êrîş nîşan dide ku tehemila wan li hemberî destkeftiyên gelê Kurd û jinan tineye. Ev êrîş ji bo hemû gelan û bi taybet jî li me jinan wekî xizanî, bêkarî û tundiyê vedigere. Roj roja li hemberî operasyonên îro bilindkirina piştgirî û têkoşîna jinan, parastina şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê û li hemberî polîtîkayên şer parastina gundê Jinwar, akademiyên jinan û aştiya bi rûmet a gelan e. Em ê bi baweriya xwe ya têkoşîna azadiya jinê re bi hev re jiyana ya li Rojava hatiye avakirin biparêzin!

Em ji bo eşkerekirina êrîşên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû jinên Tirkiye û cîhanê dikin; Werin em bi hev re jiyan û azadiyê biparêzin!”