Ji bo piştevaniya bi raperîna li Rojhilat û Îranê çalakî

Li bajarê Silêmaniyê bi armanca piştgiriya ji bo jinên serhildêr ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, jinan daxuyanî da û gotin ku ew ê bi yekîtiyê bi ser bikevin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana gelan a bi pêşengiya jinan, bi dirûşmeya, “Jin, jiyan, azadî” berdewam e.

Li Parka Hewarî Şar a Silêmaniyê çalakgerên jin ên ji her çar parçeyên Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anîn ziman.

Daxuyanî ji aliyê Pirşing Şaho ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îran rasterast tundûtûjiyê li jinan dike. Her wiha vê desthilatê jin paşguh kirine, da ku ew bi xwe li navendê bimîne. Di encama siyaseta Îranê ya bi salan e, jinên wek Reyhane Cebarî, Fihirînas Xusrawanî û niha Şilêr Resulî û Jîna Emînî dikin armanc. Tundûtûjiya Komara Îslamî ya Îranê bûye cihê çewisandina nasnameya jin a li mal û kolanan. Ew jinên ku xebatê ji bo nasnameya xwe ya rasteqîn dikin an tên bidarvekirin an jî cezayê girtîgehê yê hetabihetayê li wan tê birîn.’’

Di dewama daxuyaniyê ev tişt hatin destnîşankirin: “Zêdeyî du mehan e li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin pêşengtiyê dikin û hewara Jin, jiyan, azadî li mal û li kolanan tê bihîstin. Em jî piştgiriya xwe dubare dikin. Em piştgiriyê didin daxuyaniya KJAR’ê ya 20’ê Mijdarê weke roja cîhanî ya Jîna were naskirin. Em jî di vê çarçoveyê de bi navê jinên Kurdistanê dixwazin hemû jinên azadîxwaz piştgiriya xwe ji bo çalakiyan ragihînin. Lewma mirov bi yekîtiyê dikare bi ser bikeve.’’