Serhad: Partiya me garantora têkoşîna azadiya jinê ye

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad got, "Partiya me garantora têkoşîna azadiya jinê ye. Ji bo jiyaneke bi rûmet, ji bo azadiyê divê jin xwe ji dayina berdêlan venegirin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad tevlî bernameya Xwebûn a Jin TV bû û bersiv da pirsên Arjîn Baysal.

Ronahî Serhad anî ziman ku li cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn gelek rêxistin û komeleyên jinan ava bûn û got, "Lê belê em yekane partiya jinê ne ku bi avaniya xwe ya îdeolojîk, siyasî û milîtanî li Rojhilata Navîn ava bûne, ku ev yek gelekî girîng e. Ev rêxistinî bala her kesî dikişîne û dibe tevgerek ku her kes meraq dike. Bêguman avabûna partiya me di nava rojekê de bi rengekî bêbingeh pêk nehatiye. Beriya partiya me ya jinê ava bibe, avabûna PKK'ê û kesayetiya Rêber Apo zemîn da avabûna partiyeke bi vî rengî."

Ronahî Serhad diyar kir ku PKK a ku sala 1978'an ava bû hîn di dema damezrandinê de girîngiyeke mezin da jinê û got, "Yek ji du jinên ku di dema damezrandinê de amade bû hevala Sara yanî Sakîne Cansiz bû. Ev tevlîbûn ji roja destpêkê ve zêde bû û dewam kir. Ji rêxistiniya gel a destpêkê ya PKK'ê heta bi destpêkirina tevgera gerîla di her astê de jinên Kurd cihê xwe di nava vê tevgerê de girtin, xwe perwerde kirin, bi rêxistin kirin û mezin kirin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku di gelek tevgerên şoreşger ên cîhanê de jinan cihê xwe li refên herî pêş girtin û got, "Lê belê li ti devera cîhanê heta wê demê artêşbûneke bi vî rengî ya jinê pêk nehatibû. Artêşa ku hate avakirin jî artêşbûneke leşkerî ya klasîk nebû. Vê artêşbûnê xwe ji aliyê leşkerî, siyasî û civakî ve bi rengê jinê bi rêxistin kiribû. Tevî vê yekê jin bû xwedî hêza xwe û veguherî hêzeke bi îrade."

Ronahî Serhad di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê (YJWK) ku sala 1987'an li Ewropayê ava bû û got, "Li gorî dema xwe rêxistiniyeke girîng jî be ne di wê astê de bû ku bersivê bide tevgera azadiyê ya mezin dibû. Lewma jî Yekîneyên Jinên Azad ên Kurdistanê (YAJK) ku modela me ya destpêkê ya partîbûna jinê bû, di sala 1995'an de li çiyayên azad ên Kurdistanê ava bû. Partiya me ya jinê ya heyî, li gorî biryarên di kongreya YAJK'ê de hatin wergirtin, xwe bi rêxistin kir. Lewma YAJK bû modela destpêkê ya partiya me ya jinê."

Ronahî Serhad destnîşan kir ku partîbûn bersiveke li pirsên 'jin çawa dikarin bi rengekî azad, wekhev bijîn' bû û got, "Weke partiyeke jinê em di heman demê de endameke PKK'ê ne. Yanî jinên PAJK'î hemû di heman demê de PKK'î ne. Jin biryara li ser mafên xwe, bi xwe didin. Mêr nikarin tevlî vê yekê bibin. Lê belê biryarên li ser rewşa giştî,  li ser şer û aştiyê bi hevparî têne wergirtin. Hevkariyek heye. Di mijarên birêxistinkirin, perwerdekirin, çalakiyên xweser, avakirina tifaqan û dîplomasiyê de jin xwedî îrade ne. Lê belê di mijarên ku tevahiya civakê eleqedar dikin de PKK û PAJK bi hev re biryarê didin. Hinek dipirsin, dibêjin 'Partiyek di nava partiyekê de dibe?'. Belê dibe. Ji ber ku ji aliyê bingehê ve armancên xwe heman be ji aliyê xweser ve jî aliyên cuda hene. Rolên xwe cuda ne. Bêguman di bername û rêziknameya PKK'ê de azadiya jinê armanca bingehîn e. Lê belê têkoşîna çalak a jinê ya ji bo azadiya xwe cuda ye û vê têkoşînê garantî dike.

Me di gelek şoreşên cîhanê de dît, di mînaka Sowyetan de dît. Di têkoşînê de jin timî di asta duyemîn de dihatin nîşandan. Partîbûna jinê ya di nava şoreşa me de ji bo pêşîgirtina li vê yekê ye. Her wiha em têkoşîna tevgerên femînîst ji xwe re weke mîrateyê dibînin. Lê belê di wê baweriyê de ne ku ji bo vê mîrateyê bi pêş ve bibin divê têkoşîneke hîn bi xurtî bê meşandin. Têkbirina mejiyê serweriya mêr ku di nava pênc hezar salî de ava bû hêsan nîne. Ji bo vê jî pêwîstî bi artêşeke ji milîtanên fedaî heye. Ji ber vê yekê partiya me bi avakirina vê hêza fedaî dibe garantora têkoşîna azadiya jinê."