PAJK: Berdêla wê çi dibe bila bibe wê gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernede

PAJK’ê derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daxuyanî da û got “Bi rijandina xwîna Kurdan wê tu hêz negihêje armanca xwe. Di sedsala 21’emîn de wê gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernede.”

Koordînasyona PJAK’ê derbarê êrîşên hewayî yên ku dewleta Tirk di 19’ê Mijdarê de bire ser Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP bi êrîşa wehşî ya li Taksîmê ser sivîlan pêş ket, bi rojan e bi çapemenî û daxuyaniyên xwe ve xwest tevgera me û rêveberiya Rojava tewanbar bike. Ev derewên wan cihê xwe negirt û niha viya vegerandin êrîşekî nû ya li ser Herêmên Parastinê yên Medya û Rojavayê Kurdistanê.  Hîna di seatên destpêkê yên êrîşa li Taksîmê de wezîrê çeteyan Suleyman Soylû, di daxuyaniya xwe de bi sûcdarkirina tevgera me û rêveberiya xweser ya Rojava xwest ser kiryarên xwe yên kirêt bigire. Bi êrîşa Taksîmê re hevkariya MÎT-desthilatdar çawa di nav plangeriyekî kirêt de ne li holê ye. Berpirsyariya raya giştî ya Tirkiyê heye ku heta hemû aliyên êrîşa li Taksîmê ronî neke dev jê bernede. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi êrîşa li Taksîmê re li ser sûc hatiye girtin. Desthilatdariyekî wiha, ji bo ewlekarî û pêşeroja gelên Tirkiyê tehdît û metirsiyekî mezin e. Bi êrîşa berfireh ya li ser Herêmên Parastinê yên Medya û Rojavayê Kurdistanê re pêşeroja demokratîk ya gelê Kurd, Tirkiyê û Rojhilata Navîn ji holê rakirin, hatiye hedefkirin. Dewleta Tirk ya ku bi tu awayî Kurdê azad û bi îrade qebûl nake, careke din li pey komplo û êrîşên nû ye. Bi destnîşankirina sedemên derewîn û komplowarî her çiqas xwest raya giştî ya navnetewî û Tirkiyê bi van derewên xwe bidin bawerkirin jî lê bombe di destê wan de teqîya. Desthilatdariyeke hilweşiyaye, plana wan ya bombeyê jî hilweşiyaye. Divê gelên Tirkiyê ji vê desthilatdariya faşîst û sûcên dike hesap bixweze û dev ji hesappirsînê bernedê.

Piştî civîna G-20 êrîşa desthilatdariya faşîst ya dewleta Tirk di serî de Emerîka-Rusya û tevahî hêzên hevpeymanî berpirsyar in. Bi rijandina xwîna Kurdan re wê tu hêz neghîje armanca xwe. Wê gelê Kurd di sedsala 21’emîn de berdêla wê çi dibe bila bibe dev ji tekoşîna parastina hebûna xwe û mîsogerkirina azadiya xwe bernedê. Wê hesabê van êrîşên berdewam dike bipirse. Bi berxwedanê bersiv bide û bi gelên Rojhilata Navîn re bighîje armanca xwe ya Kurdistana Demokratîk. Wê gelê me li ser devera lê heye, di nav seferberiyê de heta ku desthilatdariya faşîst, kontra û çete ya AKP-MHP’ê hilweşe li ser piyan be û hesap bipirse. Di heman demê de yên ku hevkarê vê sûcî ne, destek didin û li hemberî siyaseta Emerîka-Rusya û Neteweyên Yekbûyî tekoşînekî bi bandor bide meşandin. Em ji ber welatparêzên di vê êrîşa hovane de şehîd bûne ji malbat û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî dixwezin.      

Di şexsê jinên tekoşer û serhildêr de yên li ser xaka Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê ku di oxira parastina mîrateya çanda dayîk û nirxên mirovahiyê de, li dijî bîrdoziya serdest ya mêr-dewletê û pergala wê ya desthilatdar têkoşiyan û li ber xwe dan, bi ruh û baweriya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hezkirin û minetdariya xwe li hemberî heqîqeta wan avakiriye tînin ziman.

Meşa azadiyê ya jin û gelên azadîxwaz ji dîrokê û heta roja îro ji çanda dayîka xwedawend mîrateya xwe girtiye. Ji tekoşîna sê xwûşkên Mîrabal, heta Rozayan, ji Sarayan heta Aysel, Delal û Bêrîvanan, ji Jiyanan, Nagîhanan, Helbestan û heta Jîna Emîniyan ev mîrateya dîrokî ya bi kok bi tekoşîna 50 salî ya tevgera azadiya Kurdistanê re bûye yek ruh û yek beden. Li ser vî bingehî em, şehîdên tekoşîna azadiya jinê bi bîr tînin, di şexsê rêhevalên ku li ser vê heqîqeta mezin li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî zihniyeta faşîst, qirker ya mêr-dewletê li ser navê rûmeta mirovahiyê û parastina nirxên jiyana azad li ber xwe dan û gihîştine şehadetê bi rêz, minet û hezkirin bi bîr tînin.

Wekî jinên Kurd û gelê Kurd em di nav pêvajoyekî dijwar yê tekoşînê re derbas dibin. Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi awayekî topyekûn bi hemû rê û rêbazên dermirovî berdewam dikin. Heman êrîş ji aliyê pergala kapîtalîst û hişmendiya serdest ya mêr ve li dijî jinan jî têne berdewam kirin. Di hemû qadên jiyanê de êrîşên piralî li dijî jinan û di şexsê jinan de li dijî tevahî civakê bi hişmendiya zayendperest, nijadperest, zanistperest û olperestiyê berdewam in. Pergala serdest û mêr-dewletê ya ku bi bîrdoziya xwe, xwe li ser kuştina jin û jiyanê xwedî dike, hem li hemberî tekoşîna jinan bê çare bûye û hem jî ji bo desthilatdariya xwe ji dest nedê bi her cûre kiryarên dermirovî û tundiyê hewl dide tekoşîna jinan û îradeya wê ya rêxistinkirî ji holê rabike.      

Pergala serdest ya zilam bingehê zihniyeta xwe, bîrdozî û feraseta xwe ya dîktetor a li dijî jiyana azad li ser bê îradekirina jinê, tundûtûjiyê, faşîzmê, qirkirinê, qetilkirin û bê wate kirina jin-jiyanê ava kiriye. Di her pêvajo û serdemên dîrokê de zihniyeta desthilatdar û pergala wê ya sedest bi rêbazên kirêt yên ji exlaq û nirxên mirovahiyê dûr li dijî îradeya jinan û civakê daye pêşxistin. Di vê serdemê de alozî û qirîzên civakî, siyasî, çandî û exlaqî yên ku mirovahî pê re rû bi rûye bingeha xwe ji rastiya pergala modernîteya kapîtalîst û serdestiya mêr-dewletê digre. Li hemberî rastiya rûreş ya mêr-dewletê û pergala wê ya serdest jin nema serî ditewînin. Têkoşîna jinan ya di vê qonaxa dîrokî de pêş dikeve û vê di pergala serdest de metirsiyeke mezin daye avakirin. Sedema dijwariya êrişên li ser jinan û tundiya tê meşandin bingeha xwe ji vê heqîqeta jinan ya êdî jê veger nîne digre. Îradeyeke bihêz, rêxistinî û tekoşînekî hevpar ya jinan dikare li ber vê hêrs û êrîşa pir alî ya mêr-dewletê rabe.

Di vê pergalê de ji bo jinan ji bilî kolekirin, bê îradebûn, bê rêxistinî û bêtekoşînî tu şensê jiyanê ji jinê re û di şexsê jinê de ji civakê re nehatiye dayîn. Li Kurdistanê jî bi derketina dîrokî û meşa azadiyê ya Rêbertiya me berxwedan û tekoşîna şoreşgerî li ser hîmê karekterê jina azad, jiyana azad û heqîqeta mirovahiyê hate afirandin.  Rêber Apo, xilasiya civakê bi rizgariya jinê re pênase kir. Her roja derbas dibe ev pênase hîn bi kûranî bi rastiya xwe re rû berû tê.  

Rastiya dîroka roja 25’ê Mijdarê, roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê ku, di şexsê her sê xwûşkên Mîrabal de pêşket ji bo tevahî jinan bû mîrateya tekoşînê. Jinan di dîrokê de her tim li hemberî pergala desthilatdar û hişmendiya zayendperest ya mêr tekoşîn meşandiye. Li hemberî zilm û neheqiyê serî netewandiye. Tekoşîn, xwe rêxistin kirin û berxwedana jinan di roja îro de li ser heman xetê, heman armanc û felsefeyê tê meşandin.Tekoşîna ku di armanca xwe de zelal be, tu astengî nikarin wê bidin rawestandin.

Qonaxa îro tekoşîna jinan xwe gîhandiye, qonaxa di armanc de zelal bûyîn e. Ev jî bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî” derbasî qonaxekî nû ya tekoşînê bûye. Bi pêşengiya tevgera azadiya jinên Kurd, bi ruhê wê ya partîbûyînê, bi hişmendiya wê ya xweparastinê, bi nêrîna wê ya zanistî, bi paradîgma civaka Demokratîk-ekolojîk û azadîxwaziya jinê bi feraseta berpirsyariya dîrokî û rojaneyî tekoşîna jinan di serdemekî dijwar re derbas dibe. Ev serdem, serdema jina ye, serdema gelên azadîxwaz û mirovhiya li dora tekoşîna jinan bûye xeleke.

Êdî heqîqeta ‘wê jin cîhanê biguherînin’ di tekoşîna jinan de îfadeya xwe dibîne. Di qonaxa îro ya tekoşînê de li seranserî cîhanê jin, li derdora dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kom bûne. Ev qonaxekî nû ya tekoşîna jinan îfade dike. Dengê qirîna dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro, li seranserî cîhanê bilind bûye rastiya avakirina şoreşa jinê a cîhanî şênber kiriye. Jin di roja îro de li ser vê bîr û baweriyê têdikoşin. Berdêlan didin, zanebûn û îradebûyîna xwe pêşdixin. Rêxistiniya xwe ava dikin. Roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi vê heqîqetê re bi wate dikin.

Em wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK, xwe li ser hîmê yekparebûna tekoşîn û heqeqeta jinên tekoşînvan yên ku ji bo dîroka mirovahiyê nirxên mezin afirandine tekoşînê mezin dikin û rêxistiniya xwe bihêztir dikin. Ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk ya li ser hîmê felsefeya jiyana azad pêşbikeve em mezinkirina berxwedanê û pêşxistina tekoşînê ji bo xwe dikin pîvana serkeftinê. Erkên pêkanîna van pîvanan jî bi xwe rêxistinkirin û tekoşîn pêşxistinê pêkan e. Êdi Jin naxwazin di bin pergala Modernîteya Kapîtalîst de jiyan bikin. Jin ber bi avakirina pergala Modernîteya Demokratîk ve diçin. Ji ber ku di sedsala 21’emîn de projeya Konfederalîzma Jin a Cîhanî projeya çareseriyê ye. 

Em bi vê bîr û baweriyê serhildan û têkoşîna jinan ya li her qadê tê meşandin silav dikin. Bi taybetî jinên Rojhilatê Kurdistanê-Îranê ku tevî kuştin û êrîşên dijwar yên rêjîma Îranê jî serhildana xwe di her kuçe û kolanan de didomînin û li ber xwe didin silav dikin. Bi vê israrê em biryardariya xwe ya, heta em şoreşa jinê mîsoger bikin, em ê tekoşîna xwe nedin rawestandin.”