KBDH'ê li dijî desthilatdariya mêr û dagirkeriyê banga rabin ser piyan kir

Konseya Giştî ya KBDH'ê bal kişand ser êrîşên li ser Rojava, serhildana gel a li Îranê û tundiya li ser jinê û got, "Em bi hêza şoreşa jinê li dijî desthilatdarî û dagirkeriya mêr rabin ser piyan."

Konseya Giştî ya KBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, êrîşên kîmyewî yên li dijî gerîla, teqîna li Taksîmê, tevgera gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û bi wesîleya 25’ê Mijdarê tundiya li ser jinê.

EM DI PÊVAJOYEKE WISA DE NE KU STRATEJIYA ŞERÊ NAVXWEYÎ DI MERIYETÊ DE YE

Di daxuyaniya nivîskî ya KBDH’ê de ev tişt hate gotin:

“Em di pêvajoyeke wisa de ne ku krîza kapîtalîzmê û krîza rejîma faşîst di nava hev de ne û stratejiya şerê navxweyî yê paşverû di meriyetê de ye. Piştî ku dewleta bûrjûvaziya Tirk a faşîst bi hêzên xwe yên tarî re bombeyek li Taksîmê di nava gel de teqand û derewa ku ev êrîş ji aliyê PKK-PYD-YPG’ê ve hatiye kirin belav kir, li dijî Rojava êrîşeke nû ya dagirkeriyê da destpêkirin. Di 19-20’ê Mijdara 2022’an de xaka şoreşgerî ya Rojava, çiyayên Başurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst a Burjûva ve bi balafirên şer û SÎHA’yan hatin bombekirin. Em ji malbat û xizmên hevrêyên me yên şehîd re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Em di serdemeke welê re derbas dibin ku li dijî polîtîkaya mêtinger a li ser Kurdistanê, mafê hebûna kolektîf a gelê Kurd û êrîşên dagirkeriyê yên faşîst ên li ser şoreşa gel a Rojava, pêşxistina helwesteke siyasî ferz e. Peywira mirovahiyê ye ku bi vê rastiyê re têkiliya şoreşgerî ava bike. Pêdiviya şoreşgerî û parêzvaniya jiyana wekhev-azadî ya jinê ye. Berpirsiyariyeke niha û dîrokî ye. Divê tu kes çavên xwe ji vê rastiyê re negire.

EM PLANÊN FAŞÎZMÊ VALA DERÎNIN

Jinên li Tirkiye û Kurdistanê yên li kêleka têkoşîna rûmet û azadiyê ne, nasnameyên zayendî yên bindest! Banga me ji bo we ye!

Di van rojên ku em ber bi 25'ê Mijdarê ve diçin de, li dijî hemû diyarde û êrîşên desthilatdarî û tundiya mêr, divê em têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin. Îro jin û zarok li Rojava di bin tundiya artêşa Tirk û çeteyên wê, sazûmana faşîst a desthilatdariya mêr de ne. Her wiha qadên jiyanê û saziyên wan ên şoreşger ên ku vîna wan a rêxistinî temsîl dikin, bi balafirên şer tên bombekirin, bi tundiya herî giran re rû bi rû dimînin. Jiyan, maf û pozîsyona gel û jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin xeteriyê de ye. Jinên Tirkiyeyî û Bakurê Kurdistanê wê çi bikin? Helwest û sekna ku were raberkirin, parçeyek ji têkoşîna li dijî desthilatdariya mêr û faşîzmê ye. Ev berpirsiyariyek bingehîn e. Maf û mewziyên jinan ên di Şoreşa Rojava de hatine bi dest xistin, mîna kulmekê li pergala serdest a mêr a kapîtalîst e xisti be. Parastina şoreşê îro pêwîstiya hevgirtina jinan e. Bi hêza hevgirtina jinê, divê ji dagirkerî, mêtingerî û planên tesfiyekirina şoreşa Rojava re destûr neyê dayin. Jin , Jiyan , Azadî Li Dijî Tundiya Mêr û Dewletê ye!

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi derxistina qanûna sansurê ya navxweyî, desteserkirina mafên demokratîk, qedexekirina gotin, çalakî û rêxistinan û bi mezinkirina pêla girtin û destgîrkirinê re hewl dide stratejiya tepisandina tevgera girseyî bixe meriyetê. Bi vî rengî dixwaze atmosfereke bêdengiyeke tam a li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Rojava û Başûr Kurdistanê biafirîne. Faşîzm di wê baweriyê de ye ku tesfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tê wateya pêşîgirtina li pêşketina têkoşîna azadiyê ya siyasî . Em planên faşîzmê pûç bikin!

LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM RABIN SER PIYAN

Gelên Tirkiyeyê, jin; Li dijî dewleta burjuvaziya Tirk a faşîst a serdest a mêr, divê li kêleka têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê Kurd û jinan cih bigire. Tevgera jinê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê divê xeteke yekgirtî, bi bandor bi rêxistin bike. Weke zayendên bindest em bi dirûşmeyên Jin, Jiyan, Azadî, êşa dîrokî ya neteweya Kurd a bindest hîs bikin û dibêjin kolan tejî bikin.

Rojên herî xweş, ji rojên herî dijwar derdikevin. Piştî şevê roj e, piştî tariyê jî ronahî ye. Em di yek ji serdema herî tarî ya faşîzm û desthilatdariya mêr re derbas dibin. Têkoşîna me ya azadî û wekheviya zayendî ya ku me bi êrîşên gelek dijwar, bi bedelên giran heta îro aniye, wê di heman demê de bibe hevîrtirşkê şoreşa Tirkiye û Kurdistanê. Sedsala 21’mîn wê bi serhildan, qêrîn û şoreşa jinan bi encam bibe. Em jixwe vê yekê dibînin. Piştî Rojava, serhildana ku îro piştî Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî dest pê kir, hêzê dide hemû jinan û nasnameyên zayendî yên bindest. Li dijî dagirkeriya Rojava, li dijî êrîşên li ser mafê hebûna neteweyî û kolektîf a gelê me yê Kurd, li dijî desthilatdariya mêr, tundî û dagirkeriyê em dirûşmeyên Jin, Jiyan û Azadî bilind bikin. 

Werin em li dijî desthilatdarî û dagirkeriya mêr bi hêza şoreşa jinê rabin ser piyan.

Bi hêza hevgirtina jinan ber bi pêş ve, bir bi çalakiyan ve!”