YJK-E: Ji bo piştgiriya Rojava em seferber bibin

YJK-E: Em bang li gelê xwe dikin ku li dora Rojava û Şoreşa Kurdistanê kom bibin.

Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) derbarê êrîşên faşîst ên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Rejîma Erdogan a qirker a ku ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve hat têkbirin, di heman demê de êrîşî Qendîl û Rojavayê Kurdistanê dike. Êrîşa bombeyî ya li Stenbolê ku bi talîmata MÎT û Soylû li dijî sivîlan pêk hatibû ji xwe re kirin hincet û êrîşî şoreşa Rojava dikin.

Ligel ku hemû dinya armanca êrîşa li Stenbolê dizanin jî, li ser navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin û li ser esasê qirkirina Kurdan, zemîna êrîşê ava dikin.

Ji ber vê divê hemû mirovahî di serî de jin û gelê Kurd ji bo parastina Şoreşa Rojava ya ku Şoreşa Jinê ye, seferber bibin!

Bersiva herî rast a li dijî dewleta Tirk a faşîst û dewletên ku piştgiriyê didin vê faşîzmê ev e ku, divê em xwedî li şoreşa Rojava derkevin.

Li ser vê bingehê em bang li hemû jin, ciwan, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat ên şoreşger dikin ku li dora Rojava û Şoreşa Kurdistanê bibin yek."