Li Marsîlya û Frankfûrtê jin li dijî şîdetê daketin qadan

Zozan Serhed destnîşan kir ku bi hezaran jinên ku li çiyayên azad in ji bo wan, pêşengê têkoşînê ne û got: “Çawa ku em li pey şopa van jinan meşiyan û me Şengal û Rojava rizgar kir, em ê ji bo hemû jinên cîhanê jî têkoşînê mezin bikin.”

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li ser Jinan, bi pêşengiya TJK-E’yê jin li bajarê Marsîlya yê Fransayê daketin qadan.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Komîteya Jineolojiyê, Enternasyonel Solîdarîte û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li Qada Canebîere ya Marsîlyayê meşeke girseyî hat lidarxistin. Jinan bi pankartên li ser hatibûn nivîsandin, “Jin, Jiyan, Azadî; Jiyanê biparêze” û “Women Defend Rojava” dest bi meşê kirin û pêşbendên ku li ser wan “Sara, Rojbîn, Ronahî” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatibûn nivîsandin, di rêza pêşî ya meşê de cihê xwe girtin. Jinan bê navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û dovîz û afîşên jinên ku di demên cuda de hatine qetilkirin, hildan.

JINÊN ŞERVANÊN AZADIYÊ RÛMETA ME NE

Beriya meşê di axaftinên li ser navê Meclîsa Arîn Mîrkan û TJK-E’yê hatin kirin de, qala girîngiya 25’ê Mijdarê hat kirin û hat destnîşankirin ku hişmendiya mêrserwer a li dijî xeta azadiya jinê têk çûye. Li ser navê TJK-E’yê Zozan Serhed axivî û got: “Xeta ku Rêber Apo ava kirî û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ êdî bûye gerdûnî û nayê astengkirin. Sê şitlên ku li Parîsê hatin qetilkirin, Sêvê’yên li Cizîrê hatin qetilkirin, Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Jîna Emînî û bi hezaran jinên ku li çiyayên azad şer dikin, êdî ji bo me rûmeta vê têkoşînê ne. Çawa ku em li pey şopa van jinan meşiyan û me Şengal û Rojava rizgar kir, em ê ji bo hemû jinên cîhanê jî têkoşînê mezin bikin û jinan azad bikin. Jinên Kurd êdî ev yek ji hemû cîhanê re îspat kiriye. YPJ, PAJK û YJA-Star îspata vê yekê ne. Jina Kurd ev peyam bi awayek vekirî da; Hûn nikarin ne îrade û ne jî axa me dagir bikin. ji bo vê yekê şer tê kirin û di vî şerî de jin ji dervey serkeftinê, tu rêyekî din qebûl nakin.”

SARA Û RÛKEN BÛN ŞOPDARÊ ZÎLANBÛYÎNÊ

Serhed qala çalakiya fedayî ya li Mêrsînê jî kir û wiha pêde çû: “Jinên ku li dora fikrên Rêber Apo azad bûne, rêbazeka nû ya şer ava kirin. Sara û Rûken bûn şopdarê Zîlanbûyînê. Bila bê zanîn ku azadî berdêlên giran dixwaze û jinên Kurd ji bo vî şerî her tim amade ne ku berdêlan bidin.”

JI BO NAGIHAN Û JÎNA MEŞIYAN

Piştî axaftinan di şexsê Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê û Jîna Emînî ya li Îranê hatin qetilkirin, dest bi meşê kirin. Di meşê de bal hat kişandin li ser şîdeta mêr-dewlet. Her wiha di meşê de broşur û belavokên di derbarê xebatên Jineolojiyê de hatin belavkirin. Meşa ku li Canebîereyê destpê kir, dema gihîşte Le Plaînê jinên Fransî tevlî bûn û heta Vîa Portê dewam kir.

‘TÊKOŞÎNA JINÊN KURD HÊVIYA JINÊN ÇERM REŞ IN’

Piştî ku meş li Vîa Portê sekinî, veguherî mîtîngê. Di destpêka mîtîngê de li ser navê Piştevaniya Jinên Çermreş Djemîllîa Saaros axivî. Saaros anî ziman ku têkoşîna jinên Kurd ku li dijî baviksalariyê dest pê kiriye ji bo jinên Çermreş bûye hêvî û ev hevkarî û piştevanî wê berdewam be.

Piştre aktîvîstên li ser navê Komîteya Jineolojiyê axivîn, Nagihan Akarsel bi bîr anîn. Aktîvîstan diyar kirin ku ew dilsozên xeta azadiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistiye ne  û ew ê encax bi vî awayî azad bibin. Aktîvîstên Fransî ku piştî Komîteya Jineolojiyê axivîn, destnîşan kirin ku ew ê têkoşîn û piştevaniyê ne bi tenê ji bo rojekê, lê di her warî de geş û gur bikin. Mîtîng, bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

TUNDIYA DEWLETÊ LI FRANKFÛRTÊ HAT TEŞHÎRKIRIN

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinan, rêxistinên jinan li Haûphtbahnof a Frankfûrtê hatin ba hev.

Pêkhateyên jinan ku bi banga rêxistinên jinan hatin ba hev, ji cihê kombûnê Haûptbahnhofê ber bi qada Wîlly-Brandt-Platzê ve meşiyan.

YJK-Hessen, ADKH, Jinên Nû, Women Defend Rojava ya Frankfûrtê tev li meşê bûn.

Li dijî hişmendiya mêrserweriyê di meşê de gelek dowîz û pankart hatin hildan. Jinan dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Pêkhateyan ji bo Jîna Emînî, Nagihan Akarsel, Sakîne Cansiz, Denîz Poyraz û jinên heta niha ji aliyê hişmendiya dewletê hatine qetilkirin skeçek çêkir û tundiya dewletê û mêrserweriyê protesto kirin.

Rêxistinên jinan, dagirkerî û êrîşên kîmyewî ku li Kurdistanê berdewam in, protesto kirin û bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê.

Nûnerên jin ên ZORA’yê jî piştgirî dan meşê. Meş li qada Wîlly-Brandt-Platzê bi dawî bû.