Li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê destpê kirin

Platforma Jinan a Dicle Amedê û Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê bi şandina qertên ji jinên girtî dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin.

Ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, li ber avahiya PTT’ê starta çalakiyan hate dayîn.

Çalakiya ku ji aliyê Platforma Jinan a Dicle Amedê û Tora Têkoşîna li dijî tundiyê a Amedê ve hat organîzekirin, pankarta “Jin jiyan azadî” hat vekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun û gelek kes tevlî çalakiyê bû. 

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Nagîhan Akarsel rûmeta me ye” û “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” hatin berzkirin. Ji parêzerên Baroya Amedê Îrem Yildiz daxuyaniya hevpar xwend. 

Yildiz bal kişand li ser tevgera gel a bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêşdikeve wiha got: “Piştî ku Jîna Emînî li Îranê ji aliyê polîsên exlaqî yên rejîma mollayê ve, bi hinceta ku porê xwe li gorî rêgezan negirtiye hate kuştin, hemû jin dirûşme û felsefeya  “Jin jiyan azadî” hatin ba hev. Îtîrazên ku li Îranê bi pêşengiya jinan tê bilindkirin, ji tevahiya cîhanê re nîşan dide ku yên ku civakê azad bike jin in.”

Yildiz bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û got: “Bi taybet li bajarên Kurdistanê Colemêrg, Şirnex û Dêrsimê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin.”

Yildiz da zanîn, tê xwestin çavê jinan bitirsînin û got: “Jin tevî hemû zextan têkoşîna xwe ya li qadan bidomînin û dengê xwe bilind bikin. Em dest ji maf û azadiya xwe bernadin. Careke din dibêjin, em pênûsa Nagîhan Akarsel li erdê nahêlin û Jîna Emînî a li hemberî tundiya dewletê û mêr a li ser jinê li ber xwe da, bi bîr tînin.”

 Piştî daxuyaniyê jinan bi armanca piştgiriyê qertên bi nivîsa “Jin, jiyan azadî” ji jinên girtî re şandin.