Heqîqeta Rêber Apo

Rêber Apo mîna ku hesabê kiryarên bi serê hevalên xwe yên keç, xwişkên xwe yên di zarokatiyê de bipirse, berê xwe da azadiya jinê. Her ku ber bi azadiya jinê ve meşiya, jinan jî berê xwe dan Rêber Apo.

Rêber Apo meşeke azadiyê ya bêdawî û bênavber e, rastiya jiyaneke azad û demokratîk e. Rêber Apo bi kesayetiya xwe ya bi eşqa heqîqetê dagirtî, bi azadîpareziya jinê, ekolojîk û demokratîk karakterê PKK'ê afirand û nasnameya wê ava kir. Rastiya PKK'ê berhema herî bêhempa ya Rêber Apo ye ku bêyî xiyanetê li xeyalên xwe yên zarokatiyê bike bênavber ber bi azadiyê ve meşiya. Lewma eger PKK tenê bi bername û rêziknameya xwe, bi armancên xwe yên taktîk û stratejîk ên demkurt, navîn, demdirêj bê pênasekirin, wê gelekî kêm bimîne. Îdeolojî û polîtîka, bername û rêzikname, armanc û plansaziyên stratejîk ên PKK'ê di kesayetiya Rêber Apo de şênber bûye û hêza civakîbûnê bi xwe re aniye. Lewma rastiya Rêber Apo û PKK'ê her cûre zehmetî û astengî ji ber xwe rakir û bi dilxwaziya têkoşînê nirxên mezin afirand, ji mirovahiya azad re bû çavkaniya hêviyê.

RÊBER APO DA PEY XEYALÊN XWE

Zarokatî di emrê mirovan de dema herî sade, pak, azad, wekhev û saf e. Dema zarokatiya Rêber Apo jî tevî van taybetmendiyan hemûyan, pêvajoyeke xweser bû. Rêber Apo zarokekî gelekî taybet bû ku bi aqil û hestên xwe, bi nêzîkatî û têkiliyên xwe, bi cidiyet û daxwazeke mezin da pey xeyalên xwe. Bi baldariya xwe ya li jiyanê, bi pirs, matmayî, hezkirin, coş, kelecan, bi hemû hestên xwe û lêgerîna xwe ya aqilane, di nava sade û kûrbûneke bêhempa de ye. Durust e, parve dike, bi rêxistin dike, diafirîne; dixwîne, fêhm dike, hewl dide jiyanê binase. Lêgerîna wî ya li wate û heqîqetê kûr û balkêş e.

Gava ku mirov li dîroka mirovahiyê binihêrin, wê bê dîtin ku pêvajoya civaka xwezayî pêvajoya zarokatiya mirovan e, lewma dişibe dema zarokatiya mirovekî. Eger mirov taybetmendiyên li civaka xwezayî yek bi yek bihijmêre, em ê bibînin heman taybetmendî bi zarokekî re jî heye. Her du rastiyên hebûnê nîşaneya hucreya esasî, rastiya civakê û mirovan e. Mirov ev e, ya jê û pê ve derew e, berevajîkirin e. Rêber Apo hucreya esasî ya civakê û mirov veguherand deryayeke mezin a wateyê. Ew şervanekî rastiyê yê dilxwaz e ku jin a azad, civaka azad ji nû ve afirand.

RÊBER APO BI CIVAKA AZAD RE CIVAKÎBÛNEKE NÛ AFIRAND

Ya ku Rêber Apo bi PKK'ê ji nû ve afirand; mirov ê azad, jin a azad, gel ê azad û jiyana azad e. Rêber Apo li hemberî malbata kevneşop, nirxên feodal, çanda zayendîperest, mêtingeriya qirker û modernîteya kapîtalîst bi rengekî ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin têkoşîneke mezin meşand û bi jin a azad re civakîbûneke nû afirand. Nehişt ku fikir û hestên koletî, jiyana ji cewhera xwe hate dûrxistin û gemarîkirin vê civakîbûna bi kedeke mezin afirandiye gemarî bike, nehişt ku rastiyê binixumîne. Li ber sîstema cîhanê ya kapîtalîst faşîst û modernîteya wê rabû ku asta herî bilind a serweriya mêr e û têkoşîna heqîqetê bi daxwaz û eşqeke mezin meşand. Hêzên modernîteya kapîtalîst jî bi avakirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bersiv dan vê yekê. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, şêweyê tolhilanînê ye ku modernîteya kapîtalîst û emperyalîst a faşîst ji Rêber Apo hiltîne. Sîstema modernîteya kapîtalîst a dijminê civakê û jinê, bi sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê tolê ji Rêber Apo hiltîne ku jin a azad, civak a azad afirandiye.

CIVAKÎBÛNA KURDISTANÎ DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE ŞÊNBER BÛ

Civakîbûna Kurdistanî ya ku bi şexsê Rêber Apo de şênber bû, bi gihîştina îdeolojiya sosyalîzmê wê PKK biafirîne. Qonaxa koma destpêkê ya beriya avabûna PKK'ê, têkiliyên hevrêtiyê yên wê demê, wê bibe pêvajoyeke ku îdeolojî, jiyan û feraseta têkiliyê ya PKK'ê lê bê avakirin. Nirxên neteweyî demokratîk û sosyalîst ên PKK'ê wê di têkiliyên hevrêtiyê de li ser xeta 'hevaltî' bikeve meriyetê, ev xet wê destpêkê wê xwe bigihîne mirovan, nasnameyên pêşeng biafirîne û piştre jî PKK'ê ava bike, meşa dîrokî gav bi gav biafirîne.

PKK'Ê ŞÊNBERIYA RIHÊ BILIND VEGUHERAND RASTIYÊ

Ev pêvajoya meyînê di asta dîrokî de girîng e. Ev meşa bi heybet, ku bi hevalên Hakî, Kemal, Hayrî, Mazlûm û Sakîne Cansiz dest pê kir, wê bi têkiliyên hevrêtiyê yên mezin û bi wate rêya xwe bibîne û hêza meşê ava bike. Ruh û saftiya zarokatiyê ya ji dest nehate dayin, wê bi îdeolojiya sosyalîst re bigihêje hev, exlaq, mirov û têkiliya sosyalîst rastiya 'heval' hîn bêhtir bilind bike. Wê hucreyên esasî zêde bike, ber bi şoreşa civakî ya mezin ve bi gavên hîn ji xwe bawer bimeşe. Piştî ku hevrê Hakî 18'ê Gulana 1977'an şehîd bû, ev rewşa avabûnê ya di pêvajoya mayînê de bû, wê bigihêje asteke hîn bilind, berpirsyariya xwegihandina biryardariyê biafirîne. Bersiva li vê têkiliya hevrêtiyê ya gelekî hêja ku mîna ruhê cotik bûn, wê bibe Partîbûn. PKK wê bibe şênberiya vî ruhê bilind û veguherîna rastiyê. Ya ku îro PKK'ê li ser piyan dihêle, tevî ku cîhana kapîtalîst bi ser ve tê jî PKK têk naçe, sedema bingehîn a vê yekê ev têkiliya hevrêtiyê, sekna jiyana azad, mirov ê azad e. Ji ber ku hucreya esasî ya mirovahiyê mîna dargerîngekê PKK pêçandibû, her ku di mirovahiyê de israr dike, ev yek ji Kurdistanê ber bi Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibe.

JIYAN Û ŞOREŞA BÊYÎ ÎRADEYA JINÊ ŞAŞ Û DEREW E

Rêber Apo xeyalên xwe yên zarokatiyê di ruhê demê de tecrûbe kir, mezin kir û civakîbûna xwe bi dilxwazî û berxwedêriyeke welê parast ku ti ba û bahozê nekarî bihejîne. Dil û çavê wî ku timî li rastiyê digeriya, girêka kor û nakokiya bingehîn a mirovahiyê nîşanî wî da. Ji nakokiya çînî û neteweyî destpê kir û ji wir xwe gihand nakokiya jinê û xwezayî, bi vî rengî mifteya çareseriya pirsgirêkên civakî bi dest xist. Ji aliyê çînî ve ji çîna gundî ya xizan tê, ji ailyê neteweyî ve xwedî nasnameyeke hatiye înkarkirin û jibîrkirin e, ev hemû hincetên têrker bûn ji bo berê xwe bide sosyalîzmê. Lê belê Rêber Apo ev yek ji bo xwe têrker nedît. Bi kûrahî fêhm kir ku heta jin azad nebe jiyan azad nabe, sosyalîzma bêyî vê jî nabe sosyalîzm, jiyan û şoreşa bêyî îradeya jinê wê şaş û derew be. Ev yek hîs kir û ji vê derê ber bi jiyana azad a bi jinê re dest bi rêwîtiyeke nû kir.

RÊBER APO BERÊ XWE DA AZADIYÊ JINÊ

Rêber Apo mîna ku hesabê kiryarên bi serê hevalên xwe yên keç, xwişkên xwe yên di zarokatiyê de bipirse, berê xwe da azadiya jinê. Her ku ber bi azadiya jinê ve meşiya, jinan jî berê xwe dan Rêber Apo û ji vê derê jî ev karê jinê yê azad ê bêhempa û dîrokî afirî. Ev sekn û têkoşîn bû rabûna li ber serwerên cîhanê yên desthilatdarîperest ên mêr, bû rabûna li ber xwedayên bêmaske û tazî. Ji xwe dest pê kir û mêr kuşt, ji jinên Kurd dest pê kir û rastiya jin a azad zindî kir, asteke nû da sosyalîzmê. Jin kir hêmana bingehîn a jiyan wekhev û azad. PKK êdî meşeke jinê ya azad e, artêşbûna jinê ye, partîbûna jinê ye û rastiya jiyana demokratîk û azad e ku berê xwe daye konfederalîzma jinê ya demokratîk a cîhanê.

KONFERANSA JINÊ YA NAVNETEWEYÎ SILAV DIKIM

Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya Duyemîn ku 5-6'ê Mijdarê li Berlînê pêk hat, çalakîbûna vê rastiyê ye. Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya Duyemîn ku bû qada bi coş û kelecaneke mezin, nîşaneya şênber a wê yekê ye ku sedsala 21'ê bibe sedsala jinê. Di vê konferansê de dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li ser zimanê jinan bû rastiya jiyana azad a li çar aliyên cîhanê. Konferansê bi yekîtiya têkoşînê ya bi biryardariya jin ên azad, mizgîniya cîhaneke demokratîk û azad da. Bi vê wesîleyê em spasiya komîteya amadekar a konferansê û delegeyên konferansê hemûyan dikin, ji ber ku ev hesta bilind û bêhpa dan me. Hemûyan bi hezkirin û bi rêzdarî silav dikim. Ev konferans ji bo jinên ku di oxira azadiyê de têdikoşin bû çavkaniya sûdwergirtin û hêzê ji hemû jinan re. Ji aliyê têkoşîna jinê ya cîhanê ve pêşengiya îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd careke din û bi rengê herî xurt piştrast kiriye.

RÊBER APO DIBÊJE TÊKOŞÎNA JINÊ YA AZAD TÊKOŞÎNA SAKÎNEYÊ YE

Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ku îro bandor li tevahiya cîhanê kiriye, formulasyoneke balkêş a lêgerîna wekhev û azadiya jinê ye ku di nava rastiya PKK'ê de afiriye. Ji damezrînerên PKK'ê hevrê Sakîne Cansiz (Sara) ku nasnameya berxwedanê ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd ava kir, ji bo azadiya jinê ya li nava PKK'ê ji dest nede, li hemberî her cûre êrîşên hovane, êşkence, zilm û êrîşên zayendîperest ên dijmin, bû sembola sekna aşiqa azadiyê û fedaiyên ku canê xwe bi dilxwazî feda dikin. Rêber Apo dibêje 'têkoşîna jinê ya azad têkoşîna Sakîne ye' û wateyeke mezin dide têkoşîn-bexwedana jinê ya bi ked û berdêlên mezin hûnandine. Sarayan, Besêyan, Azîmeyan, Rahşanan, Bêrîvanan, Bêrîtanan, Zîlanan, Semayan, Viyanan, Şîrînan, Arîn Mîrkanan, Amarayan, Ûtayan, Ronahiyan, Helbestan û Rojbînan dike xwedî hêzeke mezin a wateyê. Jinê, Jiyanê û Azadiyê li hişê civakê, hişê jinê û hişê azadiyê bi cih dike, ku ti carî ji hev qut nebin.

Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' nîşaneya exlaqî-estetîk a kombûna li hev a Rêbertî û Jinên Azadbûyî ye, ku li gel zor û zehmetiyên mezin li nava PKK'ê pêk hat. Bi Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel re bû rastiya jinê ya azad a gerdûnî bûye. Nagîhan bû hiş û dengê herî xurt ku ev rastî bi jinolojiyê gihand cîhanê û hêza wateyê ya Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya Duyemîn ava kir.

PKK'Ê XWE BERA NAV KÛRAHIYA DÎROKÊ DA

Eger jiyan wê bi rengekî azad dewam bike, berê esasî yê vê yekê jî xweza ye. Rêber Apo di meşa mirovên azad û jiyana azad de, bi eşqeke mezin bi dayik-xweza û nimetên wê re dilsoz e. Wêrankirina xwezayê, gemarîkirina av, ax û hewayê, zordarî û serweriya li ser xwezayê, metirsiya herî mezin e li ser jiyanê, qirêjî û şaşitiya herî mezin e. Ev jî koletî ye. Li çîna çînî-neteweyî, bi krîa ekolojîk re çîna ekolojîk jî zêde bû. Bi vî rengî rastiya PKK'ê bi meşa xwe ya jiyana bi wate û bedew, hemû nakokiyên derkete pêşiya xwe wergirt û her tim xwe mezin kir, xwe berda nava kûrahiya dîrokê û berê xwe da asoyê paşerojê.

RÊBER APO XIYANET LI ZAROKATIYA XWE NEKIR

Ji bo Rêber Apo ev meşa bi heybet hîn di zarokatiyê de destpê kir. Bi PKK a ku ava kir, xiyanet li zaroaktiya xwe nekir û meşa xwe ya bi zarokatî dewam kir. Wezîfeya parastina hucreya esasî destpêkê da civak û jinên Kurd, piştre jî bi jin û civakan hemûyan re parve kir. Ev zarokatiya xwe ya bê dawî ber bi avakirina Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk û Sîstema Konfederal a Demokratîk ve bir, berê wê da avakirina jiyana azad û wekhev. Li pêşberî Adorno ku digot 'Jiyaneke şaş bi rengekî rast nayê jiyîn', rastiya 'Jiyana rast bi rengekî şaş nayê jiyîn' di pêvajoya jiyana xwe de ispat kir, jiyana şaş ji nava xwe derbas kir, ji bilî jiyana şaş rêya jiyana rast, bedew, bi wate û azad nîşanî me da.

TU TEKNÎK NIKARE ISRARA DI AZADIYÊ DE TUNE BIKE

PKK'ê li ser vê xetê qezenç kir û bi israra li ser vê xetê wê hîn bêhtir qezenç bike. Nasnameya jinê ya azad ku îro di şexsê Ş. Sara û Ş. Rûken de bêtirs bûye xwedawend, rastiya gerîla ya ku li hemberî çekên taktîk nukleer û kîmyewî bi îradeyeke mezin şer dikin, îradeya gel a ku li hemberî zext û zilmê tawîzê ji baweriya xwe nade, îradeya xurt a PKK'ê bi şênberî nîşan didin. Ti teknîk nikare rastiya mirovan a ku aşiqê azadiyê ye, di azadiyê de israr dike û ji bo wê bi têgihiştî têdikoşe, tune bike. Ji ber ku hucreya esasî ye, rastiya mirov heye ku di vê oxirê de têkoşînê dide ber çavên xwe. Heta ku ev hebe, kes nikare tune bike.

 

*Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ji bo ANF'ê nivîsand.