Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şîdeta li ser jinan meş hat lidarxistin

Bi sedan jin û mêr li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî şîdeta li ser jinan meşiyan.

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re, Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê gelek çalakî li dar xistin.

HESEKÊ

Bi dehan mêr û endamên sazî û meclîsan li Kampa Serêkaniyê bi dirûşmeya “Na ji tundiya li ser jinan re” meşiyan. Kongra Star meş li dar xist ku ji pêşiya Meclîsa Serêkaniyê dest pê kir. Di meşê de beşdaran pankartên “Wê tola jinên ku me ji dest dane hilînin”, “Em di şoreşa jinan de azadiyê mîsoger dikin”, “Li ser mîrateya xwişkên Mîrabel em ê têkoşînê mezin bikin û jiyana azad mîsoger bikin” hildan.

Meş li sûka nû rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê Kongra Star daxuyaniyek hat dayîn ku hevserokê meclîsa kampa Serêkaniyê Elî El Tawîl xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên desthilatdar jinan ji rastiya wê dûr dixin û tundiya herî hov li dijî wê pêk anî da ku îdeolojiya wan berdewam bike.

Her wiha hat diyarkirin ku bi azadkirina jinan civak azad dibe ji ber wê hêzên kapîtalîst bi hemû rêbazan şerê jinan dikin.

El ERÎŞE

Bi dehan mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan.

Meş ji pêşiya avahiya şaredariyê dest pê kir û li qada meclîsa navçeyê rawestiya. Mêran pankartên azadiya jinan destnîşan dikin û bûyerên kuştin û tundiya li ser jinan şermezar dikin, rakirin.

Di çalakiya li qada Meclîsa Sivîl a El Erîşe de, rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê Şedadê Fadil El Hisên axivî û got: “Ji bo piştgiriya jinan em derketin. Li dijî jinan di dîrokê de zilm û çewisandin pêk hat.”

El Hisên wiha domand: “Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re, pêşengî kir û gelek destkeftî bi dest xist.”

KOBANÊ

Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi dirûşmeya "Şehîdên me sonda me ya tolhildanê ne" meşek li dar xist.

Meşa ku bi sedan jin tevlê bûn, ji ber navenda meclîsa Qenaya dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û sîxurên wê hatin hildan û dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

Li ber Îstasyona Îsamîl Ebdo ya başûrê navçeyê deqeyek rêz hat girtin, piştre endama Yekîtiya Jinên Ciwan Rûzîf Beşrî axivî û got "Jin li hemberî zihniyeta baviksalarî li ber xwe dide da ku mafên xwe vegerînin."

Endama Kongra Star a herêma Firatê Sûad Eldumer jî got, 25ʹê Mijdarê rojeke bêhempa ye, jinan li hemberî hemû pergalên serdest hebûna xwe îspat kirin û sekinin.

Di dawiyê de endamên yekîtiyê şanoyek li ser rewşa jinan pêşanda.

HELEB

Bi dirûşmeya "Li dijî hemû cûreyên tundiya dewletan û zihniyeta baviksalarî..Jin, Jiyan, Azadî" Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê meşek li dar xist.

Di meşa ku bi sedan kes tê de beşdar bûn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên "Dem dema şoreşê ye", "Tolhildan" û "Bi ruhê Jîna Emînî em ê jiyanê biafirînin" hatin hildan.

Meş ji pêşiya geraca Efrîn a kevn a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqûsdê ber bi çexerêya Zeytûn a taxa Eşrefiyê ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

Li çerxerêya Zeytûn endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan Ronahî Cûdî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Berxwedana jinan a li hemberî êrîşan û serekftinên ku bi dest xisitine berhemên fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e."

MINBIC

Bi boneya 25ʹê Mijdarê; Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê li Minbicê bi dirûşmeya "Li dijî her cure tundiya dewletê û zihniyeta mêr, Jin jiyan aadî" rûniştineke diyalogê lidarxist.

Di rûniştina ku li pirtûkxaneya Mihemed Xizêl hat lidarxistin de, nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên jinan ên Minbicê beşdar bûn.

Di çalakiyê de yek ji rêveberên Meclîsa Jinên Sûriyeyê Xedîce Şewax têkildarî 25ʹê Mijdarê de wiha axivî: "Roja 25'ê Mijdarê, roja têkoşîna li dijî tundiyê ye. Ev encama berxwedana jinên cîhanê ye. Di vê rojê de bal tê kişandin ser hemû cureyên tundiya li ser jinên tevahî cîhanê û rêbazên rûbirûbûn û jinavbirina wê."

Di rûniştina diyalogê Xedîce bal kişand ser şêweyên tundiya li ser jinan, ji wan jî tundiya derûnî, devkî, fîzîkî, aborî, siyasî, zayendî û civakî.

Xedîce her wiha tekez kir ku ji bo jiyaneke azad û wekhev, têkoşîna li hember zihniyeta desthilatdar pêwîst e.

Xedîce wiha lê zêde kir: "Divê em modernîteya demokratîk wek çareseriyeke alternatîfê modernîteya kapîtalîst bibînin."

Rûniştina diyalogê bi nîqaşkirina rêbazên derbaskirina diyardeya zewacê di temenê biçûk de, perwerdekirina jinan, lidarxistina semînerên taybet bi jinan da ku xwe bi ramanê bi çek bike û civakê bi rê ve bibin, bi dawî bû.