EWROPA
Hemû Nûçe
-
Fabio Marcelli: Di asta navneteweyî de divê zext li hikumeta Tirk bê kirin
Dîrektorê CNR'ê Fabio Marcelli: Têkildarî girtina Birêz Ocalan ji bo Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî rast bi cih bê anîn, divê di asta navneteweyî de zext li hikumeta Tirk bê kirin. -
Li Strasbourgê meşa bi meşaleyî: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye
Li Strasbourgê bi pêşengiya TCŞ’ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meş û mîtîng hat lidarxistin û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. -
KCDK-E: Em seferberiyê îlan dikin, di 16'ê Mijdarê de li Kolnê bicivin
KCDK-E got, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em di navbera 1-16'ê Mijdarê de seferberiyê îlan dikin" û her kesî vexwend meşa 16'ê Mijdarê ya Kolnê. -
Şehîdên TEV-DEM’ê li Parîsê hatin bibîranîn
3 endamên TEV-DEM’ê yên li Şehbayê şehîd bûn, li banliyoya Drancy a Parîsê hatin bibîranîn. -
Kongreya KE’yê rapora nexşerêya Tirkiyeyê qebûl kir
Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê rapora ji bo çareserkirina pirsgirêkên girîng ên di dema hilbijartinên şaredarî û bajarên Tirkiyeyê û piştî hilbijartinên şaredariyan hat amadekirin, bi piraniya dengan hat qebûlkirin. -
Li Marsîlyayê çalakiya bêîteatiya sivîl
Li Marsîlyayê endamên TCŞ’ê çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin û peyama “Azadî ji Abdullah Ocalan re” dan. -
Ciwan li Rochefortê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwanên Kurd li Rochefortê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û gotin: “Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her roj û her saet li qadan bin.” -
Li Strasbourgê çalakiya Tirêjên Rojê
Li Strasbourgê çalakiya kampanya “Tirêjên Rojê” berdewam dike. -
Wêneyê Abdullah Ocalan li ser pira Dreirosenbruckeyê hat daliqandin
Endamên Tevgera Ciwanên Kurd li ser pira Dreirosenbrucke ya Baselê, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandin. -
Li Parîsê standa “Ji Rêber Apo re Azadî” hat vekirin
Li banliyoya Grigny ya paytext Parîsê ji aliyê TCŞ’ê ve derbarê pergala tecrîda Îmraliyê û Komploya Navneteweyî de stand hat vekirin. -
Çalakvanên Cenevreyê Apê Nemir bi bîr anîn: Weke Apê Nemir li ber xwe bidin
Kurdistaniyên ku li pêşiya NY’ê çalakiya rûniştinê li dar dixin, banga rabûna li dijî pergala tecrîd û êşkenceya Îmraliyê kirin û wiha gotin, “Ji bo aştî û azadiyê hûn jî weke Apê Nemir li dijî ev êşkence û tecrîda giran li ber xwe bidin.” -
Banga beşdarbûna konsera 'Ji Rêber Apo re azadî' ya li Parîsê hat kirin
Banga beşdarbûna ji bo konsera "Ji Rêber Apo re azadî" ku wê di 19'ê Cotmehê de li paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin, hat kirin. -
Li Hollandayê yekemcar jineke DAÎŞ'î ji ber zilma li Êzidiyan tê darizandin
Hasna A. ya Hollandî ku li Sûriyeyê tevlî nava DAÎŞ'ê bû, ji ber zilma ku li jinên Êzidî kir, bi sûcê li dijî mirovahiyê tê darizandin. -
Li servîsên îstîxbaratê yên Elman alarma 'Moskowa'yê
Sê servîsên îstîxbaratê yên Elman ku li parlamenta Elman di civîneke ji gel re axivîn, têkildarî metirsiya 'Gefa Rûs' a ji 'Rojhilat ber bi rojava ve' hişyarî dan. -
Li Wuppertalê civîna gel
Li Wuppertalê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' civîneke gel hate lidarxistin. -
Heider: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê mirov xwe bigihînin gelên cuda
Ji Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî' Edîtorê Elman Reimar Heider got, "Tecrîd bi têkoşînê dikare bê şikandin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê mirov karibe xwe bigihîne gelan." -
CÎK'ê Nobeta Azadiyê ya vê hefteyê dewr girt
Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Nobeta Azadiyê ya ku bi salan e ji aliyê gelê Kurd ê li Ewropayê û dostên wan ve tê meşandin, dewr girt. -
Şehîdên 'Tabûra Nemiran’ li Parîsê hatin bibîranîn
Ji bo endamên Tabûra Nemiran Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) û Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) ên di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, li banliyoya Villeneuve ya Parîs ê Fransayê merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
Li Swêdê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd
Li bajarên Goteborg û Karlstad ên Swêdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. -
Li Lefkoşayê konferansa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku di asta navneteweyî de tê meşandin, li Qibrisê konferansek hate lidarxistin. -
Senator û wekîlên Baskê: Free Ocalan!
Siyasetmedarê Baskî têkildarî pêngava 'Azadiya Abdullah Ocalan' peyam parvekirin û gotin, "Ew qasidê aştiyê ye. Em heta dawiyê bi Abdullah Ocalan û têkoşîna wî re ne." -
Li herêmên Xweser ên Spanyayê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd
Li herêmên Murcia, Aragon û Katalonya yên Spanyayê rêxistinên sendîkayî, ciwan û jin bi çalakiyên cuda tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bûn. -
Li Dortmundê bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê hat lidarxistin
Li Dortmundê di bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê de bal kişandin ser giringiya tevgera jinên azad a di têkoşîna civakî de. -
Li Bremenê panel: Em ê bi têkoşînê bigihêjin serkeftinê
Meclîsa Jinan a Sêvê li ser Komploya Navneteweyî û mafê hêviyê panelek li dar xist. Di panelê de hat gotin ku têkoşîna gelê Kurd ya ku li ser xeta hêviyê bilind dibe gihîştiye asteke cîhanî û wê bi ser bikeve. -
Li Giessenê panel: Ji bo pêngava azadiyê pêwistî bi hewlên mezintir heye
Siyasetmedar Dîlek Ocalan di panela ku li Giessenê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku ji bo pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" divê her kes bêhtir têkeve nava hewldanan.