BI DÎMEN

Kurdistanî bi rengên xwe tevlî 1’ê Gulanê ya li Stuttgartê bûn

Kurdistanî bi rengê xwe tevlî pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Stuttgartê bûn û peyama "Em ji bo ji têkiliyên kapîtalîst qut bibin û avakirina civakek komunîst li vir in" hate dayîn.

1’ê Gulanê Cejna Karkeran li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi coş hate pîrozkirin. Di meşa ku nêzîkî 5 hezar kes beşdar bûn de, Kurdistanî bi alên xwe yên neteweyî û dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" tevlî meşê bûn. Di pîrozbahiyê de peyamên li dijî faşîzm, kapîtalîzm û nijadperestiyê hatin dayîn.

KORTEJA KURDAN RENGÎN BÛ

Korteja Kurdan a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stuttgartê ve hate organîzekirin, bi alên neteweyî, stranên Kurdî û pankartên silavkirina berxwedanê beşdarî meşê bû.

Kurdan bal kişandin ser têkoşîna li Rojava û Rojhilat û timî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Kurdistan" hatin berzkirin.

'DIVÊ ABDULLAH OCALAN DI 1Ê GULANÊ DE DI NAV ME DE BE'

Elmanê bi navê Denis ji ANF’ê re axivî û 1’ê Gulanê li Rêber Apo pîroz kir û got, "Îro Roja Karkerên Cîhanê ye. Em Abdullah Ocalan vedixwînin, em bang dikin ku di pîrozbahiyên 1’ê Gulana sala bê tevlî me bibe. Îro 1’ê Gulanê ye û em îro li vir in da ku peyama demokrasî û konfederalîzma demokratîk bigihînin kolanên Elmanyayê.”

Di pîrozbahiyê de ciwanê bi navê Lorenz A. yê ku bi guleya polîsan li Oldenburgê hate qetilkirin, hate bibîranîn. Ji Stuttgart Migrantifayê Anil banga beşdarbûna meşa sibê kir û pîrozbahiyên 1ê Gulanê yên li Tirkiye û Kurdistanê jî silav kir.

POLÎSAN ÊRÎŞ MEŞÊ KIRIN

Meşa şoreşgerî ya ku ji hêla Tifaqa 1’ê Gulanê ya Şoreşger a Stuttgartê (Revolutionäre 1. Mai Bündnis Stuttgart) ve hatî organîzekirin, di bin dorpêça giran a polîsan de dest pê kir. Girse piştî deqeyek rêzgirtina ji bo qurbaniyên şer û nijadperestiyê, dest bi meşê kir.

Polîsan hewl dan ku meşê asteng bikin û hin çalakvanên bi maske binçav kirin. Ev yek rê li ber gengeşiyê vekir. PIştî demekê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Tevî hemû astengiyan jî, korteja şoreşgerî bi biryardarî meşa xwe domand. 

LI MARIENPLATZÊ PEYAMÊN XURT HATIN DAYÎN

Poiştî meşê li qada Marienplatzê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girîngiya têkoşîn û hevgirtinê û wiha hate gotin: “Em bi peyameke zelal û sembolîk dibêjin ku ev qad dîsa ji aliyê tevgera sendîkayên çepgir, dij-faşîst û dij-kapîtalîst ve hatiye bidestxistin. Em ji bo ji têkiliyên kapîtalîst qut bibin û avakirina civakek komunîst li vir in."

Meşa ku bi qasî 3 saetan dom kir, li ber Navenda Lilo Hermann Linkes bi dawî bû.