EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li dergaha FEDA'yê Cema Xizir pêk hat
Li dergeha Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Cema Xizir pêk hat. -
Li Bensheîmê ji bo Rêberê Gelê Kurd qert hatin şandin
Li Bensheîmê di çarçoveya kampanya “100 hezar qert” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert hatin şandin. -
Danişîna siyasetmedarê kurd Kenan Ayaz dewam kir
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku li Elmanyayê tê darizandin, bal kişand ser êrîşên li ser gelê Kurd. -
Traktoran rêyên Brukselê dagir kirin
Bi sedan traktorên ku berê xwe dan paytexta Belçîka Brukselê rê dagir kirin. Li gelek deveran di navbera xwepêşandêran û polîsan de rageşiyê rû da. -
Li Swîsreyê bi tevlîbûna parêzerên Abdullah Ocalan civînên gel hatin lidarxistin
Li bajarên Swîsreyê bi beşdariya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetmedaran civînên gel hatin lidarxistin. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Bordeaûxê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya 4 rojan a li Bordeaûxê bi civînekê bi dawî bû. -
Li Cenevreyê şehîd hatin bibîranîn
Malbatên şehîdan li Cenevreyê hatin ba hev, şehîd bi bîr anîn û gotin: "Partiya me ya ku îro bûye hêviya bi milyonan, hêza xwe ji mîrateya şehîdan digire." -
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd li Bolléneyê meş hat lidarxistin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bolléne yê Fransayê meşek hat lidarxistin. -
Li Berlînê ji bo Rêberê Gelê Kurd qert hatin şandin
Kurdistaniyên li Berlînê dijîn, qertên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişînin amade kirin û avêtin qutiya posteyê. -
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê komxebata çareseriyên altarnatîf lidar xist
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, ji bo derbaskirina krîzên li Rojhilata Navîn û pêşkêşkirina çareseriyên alternatîf, komxebatek organîze kir. -
Komeleya Kurd a Bremenê nerazîbûn nîşanî gefa nîjadperestan da
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Bremenê nerazîbûn nîşanî gefa ku bi guleyeke bi nivîsa ‘SS’ hatî xwarin da û got: “Polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya saziyên dewletê ji êrîşên nîjadperestan re zemînê amade dike.” -
3 şehîdên ji heman malbatê li Bonnê hatin bibîranîn
Li bajarê Elmanya Bonnê ji bo Zîn Jînda ya herî dawî li Tebqayê şehîd bibû û şoreşgerên bi navê Rizgar û Latîf ên di dîrokên cuda de şehîd bûbûn, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. -
Şehîd Fîraz Dag hat bibîranîn
Derhêner û Rojnameger Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) ê li Reqayê şehîd bû, bi wesîleya rojbûna xwe li Goristana London Highgate ya ku gora wî lê ye, ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn. -
Li Stûttgartê li dijî tundrewên rast xwepêşandanek hat lidarxistin
Nêzî 8 hezar kes li ser banga zêdeyî 80 saziyan li Stûttgartê li hev civiyan û bi dirûşma "Pêla rastgiran bişkînin" meşiyan û peyama "Em ê di têkoşîna li dijî AfD'ê de bi ser bikevin" dan. -
Li Kantona Aargauyê bi sedan qert şandin Îmraliyê
Qertên di çarçoveya kampanyaya "Ji Îmraliyê re 100 hezar qert” li bajarên Swîsre Wildegg, Brugg û Lenzburgê hatin amadekirin, bi girseyî hatin şandin. -
Konferansa Cenevreyê bi dawî bû: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Di konferansa li Cenevreyê de bal kişand ser hevkariya hêzên navneteweyî di avakirin û birêvebirina sîstema êşkenceya Îmraliyê û peyama "Deriyê Îmraliyê bi berxwedan û têkoşîna hevpar dikare bê vekirin" hat dayîn. -
Li Bremenê sempozyûma Perwerdehiya Ziman û Pêşdibistanê hat dayîn
Yekmal e. V, Yekîtiya Mamosteyên Kurd û sendîkaya GEW'ê “14’emîn Sempozyûma Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî" organîze kirin. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Bordeaûxê bi coş didome
Li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê çalakiya greva birçîbûnê di roja sêyemîn de bi coş didome. Çalakgeran bi kesên hatin serdana wan re ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên zindanan re qert şandin. -
Balafirên bêmirov ên Tirk ku bi fonên Ewropayê bihatana kirîn hate astengkirin
Fransa û Yewnanistanê balafirên bêmirov ên Tirk ku bi fonê Ewropayê ji Ukraynayê re bihatana kirîn asteng kirin. -
Konferansa Cenevreyê: Li Îmraliyê hiqûq nîne, berxwedan heye
Li Cenevreyê di konferansa li ser sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de, hat destnîşankirin ku li Îmraliyê ti hiqûq nîne û peyama “li Îmraliyê berxwedan heye” hate dayîn. -
Li Cenevreyê sîstema êşkenceyê û berxwedana li Îmraliyê ya 25 salan tê nîqaşkirin
Li Cenevreyê bi sernava “Li cîhanê û Tirkiyeyê girtiyên siyasî” konferansek tê lidarxistin. Kesên ku di qada xwe de pispor beşdarî konferansê bûn û sîstema êşkenceyê û berxwedana li Îmraliyê nîqaş dikin. -
FED-KURD: Îstixbarata Elman sîxûriyê li Kurdan ferz dike
FED-KURD’ê ragihand ku îstixbarata Elman gefên standina mafê rûniştinê li Kurdan dixwe û sîxûriyê ferz dike û ev bang li gel kir: “Bêyî parêzerên xwe û bêyî agahîdayîna me, hevdîtinê nekin.” -
Li Viyanayê cemiya Xizir: Divê her kes bibe Xizir
Li paytexta Viyanayê Elewiyan rojiyên Xizir a ji bo 3 rojan, bi cema ku ji aliyê FEDA’yê ve hatî organîzekirin, bi dawî kirin. Pîr Huseyîn got: “Divê li dijî zilmê her kes bibe Xizirê her kesî.” -
Komeleya Kurdan a li Bremenê bi guleyan hate tehdîtkirin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Bremenê bi nameyekê ku têde guleyeke û bi nivîsa ‘SS’ û xaça tewandî heyî, hate tehdîtkirin. -
Li Bordeaûx’ê ji bo piştgirî dayîna girtiyan greva birçîbûnê hate destpêkirin
Ji bo piştgirî dayîna greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku 88 roj in grevê didomînin, bi pêşengiya TJK-F û SKB’ê li Bordeaûxê greva birçîbûnê hate destpêkirin.