'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê her wiha li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî jî deng veda.
Parlamenterê Federal ê Swîsreyê û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Swîsreyê Fabian Molina banga dîrokî ya Rêber Apo û bûyerên têkildarî mijarê ji ANF'ê re nirxand.
'DIVÊ TAVILÊ BÊ BERDAN'
Parlamenter Fabian Molina anî zmian ku Rêber Apo li gel şert û mercên giran ên di nav de tê hiştin banga dîrokî kir, ji bo çareseriya demokatîk a pirsgirêka kurd firsendeke girîng pêşkêşî Tirkiyeyê kir û got, divê bersiv ji vê banga dîrokî re bê dayin.
Fabian Molina got, "Birêz Ocalan demeke dirêj e di nava şert û mercên welê de tê ragirtin ku li gorî mafên bingehîn ên mirovan nîne. Ev rewş ji aliyê hin saziyên navneteweyî ve hate bilêvkirin. Ocalan di çareseriya meseleya Kurd de ya li Tirkiyeyê, her wiha ji wê jî wêdetir bi roleke girîng radibe. Ji ber vê yekê ez dixwazim ku Birêz Ocalan tavilê bê berdan."
'DIVÊ FIRSENDA DÎROKÎ CIDÎ BÊ DÎTIN'
Fabian Molina destnîşan kir ku Rêber Apo lîderê piraniya gelê Kurd e, ev yek ne cihê nîqaşê ye û got, "Birêz Ocalan ji bo çareseriya meseleyên vekirî (pirsgirêka Kurd), ji bo demokratîkbûna dewlet û civakê ya li Tirkiyeyê pêşniyara danûstandinan li dewleta Tirk kir. Banga Ocalan hem ji bo herêmê hem jî ji bo civaka Tirkiyeyê firsendeke ku aştî, demokrasî pêk were."
Parlamenterê Swîsreyê diyar kir ku li gel demek di ser banga Rêber Apo re derbas bûye hîn jî gavek şênber ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye avêtin û got, "Meseleya Kurd pirsgirêkeke hîn nehatiye çareserkirin e ku bû sedema êşên giran û gelek qurbaniyan. Li gel bendewariyên danûstandinan ên gelek caran heta niha nehatiye çareserkirin. Daxwaza aştiyê ya Birêz Ocalan û gelê Kurd timî bi zextên dewleta Tirk, bi binpêkirina demokrasiyê ya li herêmên Kurdan rast hat.
Rewşa heyî nîşan da ku meseleyeke siyasî bi rêbazên zext û zordariyê nikare bê çareserkirin. Ji ber vê yekê bi dîtina min êdî çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd li berjewendiyên dewleta Tirk e. Eger mesele bi rengekî demokratîk çareser bibe, wê di rêveçûna dewletê de jî hin guhertinan bike. Lewma dema ku mirov ji aliyê herêmê ve mijarê binirxînin, wê li gorî berjewendiyên dewleta Tirk be ku firsenda danûstandinan a Birêz Ocalan binirxîne."
'AŞTIYEKE MAYINDE DIVÊ LI SER EDALET Û DEMOKRASIYÊ BÊ AVAKIRIN'
Bi dewamî Fabian Molina destnîşan kir ku li pêşberî banga Rêber Apo wezîfeya civaka sivîl a li Tirkiyeyê û civaka navneteweyî ew e ku hikumeta Tirkiyeyê teşwîq bikin ku pirsgirêkan bi rengekî ayinde, adil, aştiyane çaerser bike.
Fabian Molina got, "Aştiyeke mayinde divê li ser bingeha hurmeta li edalet, demokrasî û cihêrengiyê bê avakirin" û bi vî rengî dewam kir, "Birêz ocalan nîşan da ku ji bo aştî û demokratîkbûna li Tirkiyeyê ew ji danûstandinên samîmî re vekirî ye, her wiha raxist pêş çavan ku hîn jî xwedî wê kapasîteyê ye ku dikare bi roleke girîng rabe. Ji ber vê yekê divê Birêz Ocalan tavilê bê berdan. Dewleta Tirk bi girîngiya vî fîgurî hesiya ye. Ji ber vê yekê wê ne hêsan be ku hikumet pêşniyara aştiyê ya Birêz Ocalan ji nedîtî ve bê.
Lê belê serketina vê pêvajoyê bi giranî bi îradeya civaka Tirkiyeyê ve girêdayî ye ku di nava yekîtiyê de çiqasî wê li ber wan hêzên dijberê çareseriyê rabe. Eger ev yekîtî pêk were, wê astengkirina danûstandinên ji bo aştî û demokrasiyê zehmet bibe."
Fabian Molina destnîşan kir ku bi banga Rêber Apo re ne tenê ji Tirkiyeyê re her wiha ji civaka navneteweyî jî berpirsyarî tê dayin û got, ne tenê Swîsre her wiha temamiya civaka navneteweyî xwedî wê berpirsyariyê ye ku bang li Tirkiyeyê bike ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Herî dawî jî Fabian Molina diyar kir ku biryara Yekîtiya Ewropayê ya hiştina PKK'ê di lîsteya 'terorê' de bê wate ye û xizmetê ji vê biryarê re nake.