EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Belçîkayê greva giştî
Li Belçîkayê bi armanca şermezarkirina polîtîkayên hikumeta federal careke din greva giştî pêk hat. -
1'ê Gulanê ya Zurichê: Rêber Apo wê bigihêje gelan!
Rêber Apo ku ji bo 1'ê Gulanê ya Zurichê hate vexwendin, wê bi fikrên xwe bigihêje gelan. Ji komîteya amadekar Mahîr Anûr got, "Di demekê de ku faşîzm û şer sor bûye, armanca me ya esasî ew e ku fikrên Birêz Ocalan bigihînin gelan." -
Li Friedrichshafenê çalakiya bîranînê hat lidar xistin
Li bajarê Bodensee Friedrichshafen ê Elmanyayê ji bo bîranîna şehîd Dilsoz Sarya (Îslam Çelîk) ê ku di 11’ê Tebaxa 2019’an de şehîd bibû, çalakiya bîranînê hate lidar xistin. -
Li temamiya Spanya û Portekîzê elektrîk qut bû
Hate ragihandin ku qutbûneke mezin a eletrîkê rû da ku bandor li temamiya Spanya û Portekîzê kiriye. -
Konferansa Şêwira Rojhilatê Kurdistanê li Hollandayê pêk hat
Nûnerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û çalakvanên siyasî û civakî di konferansekê de li hev civiyan û li ser rewşa herêmê bi hev şêwirîn. -
Geneviève Garrigos: Parastina Rojava berpirsyariya me ye
Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê Geneviève Garrigos anî ziman ku modela demokratîk a li Rojava hatiye avakirin ji bo paşeroja Sûriyeyê gelekî girîng e û got, "Parastina vê têkoşînê ji bo civaka navneteweyî berpirsyariya wijdanî û dîrokî ye." -
Xelatên Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin belavkirin
Xelatên Festîvala Fîlmên Kurd a Duyemîn a Dusseldorfê hatin belavkirin. -
Li Stuttgartê bîranîna Terteleya Dersimê hat lidarxistin
Li Stuttgartê bi boneya salvegera Terteleya (Qirkirin) Dersimê ya sala 1937’an bîranîn hat lidarxistin. -
Li Stuttgartê ji bo azadiya Rêber Apo meş hat lidarxistin
Ciwanên Kurd li bajarê Stuttgartê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan û gotin: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê em ê her roj li qadan bin.” -
Li Munchê ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe bang hat kirin
Li bajarê Munchê ji bo dewleta Îran dawî li cezayên darvekirinê bîne û cezayê der barê sê aktivîstên jin de hatî dayîn bê betalkirin, çalakî hat lidar xistin. -
Li Swîsreyê çalakiyên ji bo Rêber Apo
Ji bo azadiya Rêber Apo li bajarên Lozan û Winterthurê bi pêşengiya ciwanan çalakî hatin lidarxistin. -
Li Bremenê gel xwedî NCDK'ê derket
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, li hemberî serdegirtina polîsên Elman a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) gel çalakiya şermezarkirinê lidar xist. -
Li Berlînê meşa 'Ji Rêber Apo re azadî' hat lidarxistin
Li Berlînê bi pêşengiya ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hat lidarxistin. Di meşê de "durûtiya" dewleta Elman a ku Kurdan krîmînalîze dike hat protestokirin. -
Polîsan bi ser DKTM'ê ya Bremenê de girtin
Polîsên Elman bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê de girtin. -
Li Dresdenê Konferansa Zimanê Kurdî hat lidarxistin
Li bajarê Dresdenê bi beşdariya gelek kesan konferansa bi navê “Di dîjîtalîzasyonê de bikaranîna zimanê Kurdî” hat lidarxistin. -
Hilbijartinên Viyanayê sibe ye: Divê em dengê xwe bidin bihîstin
Namzetên hilbijartinên Awûstûryayê Heidi Sequenz û Bêrîvan Aslan banga bikaranîna dengan li hemû hilbijêran kirin û gotin, "Ger em mafên xwe yên demokratîk bikar neynin, em ê rê bidin kesên din ku li ser çarenûsa me biryarê bidin." -
14’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dest pê kir
14’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ku gelekî lîstikvan, hunermend, nivîskar û siyasetmadar beşdar bûn, bi filmê metrajdirêj ê derhênerê Kurd Hisham Zaman a bi navê ‘’Rojeke Şad’ dest pê kir. -
Makarenko: Ocalan dev ji xebat û fikirandinê bernade
Analîstê Rojhilata Navîn û Kurdolog Vadîm Makarenko diyar kir ku tevî ku Rêber Apo zêdetirî çaryek sed sal in di girtîgehê de ye jî, li ser çarenûsa Kurdan û Rojhilata Navîn difikire û dev ji xebat, nirxandin û fêmkirina geşedanên li herêmê bernade. -
110’emîn salvegera qirkirina Ermenan li Êrîvanê hat bibîranîn
Li paytexta Ermenistanê Erîvanê qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan hatin bibîranîn. -
Parêzerên Rêber Apo li Parlamenta Norwecê axivîn
Parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî li ser vexwendina Partiya Sor a Norwecê (Rodt) çûn Osloyê û li Parlamenta Norwecê hin axaftin kirin. -
Çalakvanên Strasbourgê: Rêber Apo pêvajo da destpêkirin, erkên xwe bi cih bînin!
Koma Awusturalyayê ku Nobeta Azadiyê di hefteya 670’an de dewr girt, wiha bang li Konseya Ewropayê û welatên Yekîtiya Ewropayê kir; “Hûn jî banga Rêber Apo bibînin. Ji bo pêwîstiyên bangê erkên xwe bi cih bînin.” -
Çalakiya li Cenevreyê: Çareserî di paradîgmaya Rêber Apo de ye
Çalakiya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya Netewyên Yekbûyî tê lidarxistin, di hefteya 221’an de didome. -
Fîlmê Kurdî li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Moskowayê hat nişandan
Fîlma Kurdî “Demsala Nan” ku behsa jiyana malbatekê li Amedê dike, di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Moskowayê de hat nişandan. -
KCDK-E'yê ji ber wefata Papa Francis peyama sersaxiyê weşand
KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê ji ber wefata lîderê rûhanî yê alema Katolîk Papa Francis sersaxî xwest. -
Ji Kolektîfa Medyakarên Kurdistanî peyama 22'ê Nîsanê
Kolektîfa Medyakarên Kurdistanî ya li Ewropayê ku hefteya derbasbûyî li Belçîkayê hate damezrandin, 22'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd bi peyamekê pîroz kir.