Li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ê di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê peyama Rêber Apo ya ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder hat xwendin.
Nûnerê ku li ser navê DEM Partiyê tevlî bû, diyar kir ku bi jiyana xwe ya şoreşger, helwest û têkoşîna xwe di dilê bi milyonan mirovan de cih girtiye. Nûner destnîşankir ku ew ê têkoşîna Onder li cihê mayî dewr bigrin.
Bîranîn piştre bi pêşandana sînevîzyonê dewam kir û bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.