EWROPA
Hemû Nûçe
-
Şervanên Suryan li Swîsreyê hatin bîranîn
3 endamên Sûtoro yên li bajarokê Dêrikê yê Qamişloyê di nava hefteyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, li Tûrgî bi çalakiyekê hatin bîranîn. -
Jinûve Fikirîna Cîhanê: Ger Kurd bi ser bikevin wê li Rojhilata Navîn aştî pêş dikeve
Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah di roja duyemîn a konferansa li Berlînê de axivî, bal kişand ser krîza li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku çareserî bi bidestxistina mafên Kurdan pêkan e. -
Şehîd Erîk Scurfîeld li ser gora xwe hat bibîranîn
Erîk Scurfîeld ê di sala 2015’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû, di salvegera şehadeta xwe de li bajarê Nottînghamê li ser gora xwe hat bibîranîn. -
Li Londonê bîranîna şehîdan: Em ji rêya şehîdên xwe venagerin
Li Londonê ji bo gerîlayên di Operasyona Şoreşgerî ya ku di Kanûna 2023’yan de li Zap û Xakurkê şehîd bûne merasîma bîranînê hat lidarxistin û wiha hat gotin: “Şehîdên me mîrateyeke birûmet hiştin, em ê ji rêya wan venagerin.” -
Tulay Hatîmogûllari wê li Swîsreyê beşdarî merasîma ‘Deng Bide Aştiyê’ bibe
Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari wê li Swîsreyê beşdarî merasîma ‘Deng Bide Aştiyê’ bibe. -
KONGRA GEL ji bo Erlîng Folkvord peyameke sersaxiyê weşand
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji bo parlamenterê berê yê Norwecê dostê Kurdan ên nêzîk Erlîng Folkvord ku di 74 saliya xwe de wefat kir, peyameke sersaxiyê weşand û got: “Hetta roja xwe ya dawî jî ji bo azadiya gelê Kurd û Filistînê kar kir.” -
Akademîsyen De Majo: Divê paradîgmayên Abdullah Ocalan li dibistanan wek ders bên dayîn
Siyasetmedara Îtalî û akademîsyen Eleonora de Majo, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê nirxekî mezin e û got: “Ji bo nifşên siberojê divê paradîgmayên Ocalan li dibistanan weke ders bên xwendin.” -
Bîşeng Brûsk û Sara Hogir li Cenevreyê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG’ê Bîşeng Brûsk û Sara Hogir ên di 28’ê Tirmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li Cenevreyê hatin bibîranîn. -
Li Baselê ji bo girtiyên nexweş çalakiya azadiyê
Li Baselê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş çalakiyek hat lidarxistin. -
KNK’ê ji bo Erlîng Fokvord peyama sersaxiyê weşand
Konseya Rêvebir a KNK'ê bi boneya wefata dostê Kurdan Erlîng Folkovrd peyama sersaxiyê weşand û got: “Em ê timî dost, heval û qasidê xwe yê aştiyê Erlîng Folkvord di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.” -
‘Ji ber ku yekîtiya netewî ya Kurdan tune ye nikare xitabî cîhanê bike’
Prof. Hamît Bozarslan di konferansa li Berlînê de axivî, anî ziman ku Kurd ji ber ku li welatê ku lê dijîn neheqî li wan hat kirin bi dewletên din re hevkarî kirin û got: “Ji ber ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan tune ye nikarin xitabî cîhanê bikin.” -
Li Berlînê konferansa ‘Zehmetî, Derbasî û Perspektîfên Kurdan'
Li Berlînê konferansa 'Jinûve Fikirîna Cîhanê: Zehmetî, Derbasî û Perspektîfên Kurdan' tê lidarxistin. -
Pêngava Gerdûnî: Em ê rejîma Erdogan neçar bikin ku deriyê Îmraliyê veke!
Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Gerdûnî ku qonaxa xwe ya duyemîn ragihand, wiha got: “Em ê rejîma Erdogan neçar bikin ku deriyê Girtîgeha Îmraliyê veke.” -
Ji Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî ji bo mexdûrên erdheja Japonyayê
Saziya alîkariya mirovî Heyva Sor a Kurdistanê bi hevkariya karsazên Kurd ên li Japonyayê alikariya weke xwarina germ û erzaqî da mexdûrên erdhejê yên li bajarê Sûzû ê li nîvgirava Notoyê. -
Qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' destpê kir
Pêngava 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku 10'ê Cotmeha 2023'an di asta navneteweyî de hate destpêkirin, derbasî qonaxa duyemîn bû. -
KNK ji bo spasiyê çû serdana Şaredariya Lozanê
KNK'ê ji ber mazûvanî û tevkariya çalakiyên bi boneya 100'emîn salvegera Peymana Lozanê hatin lidarxistin, spasiya Şaredariya Lozanê kir. -
Bişeng Brûsk û Sara Hogir li ber avahiya NY’ê hatin bîranîn
Di çalakiya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê de şehîd Bişeng Brûsk û Sara Hogir hatin bîranîn. Di çalakiyê de peyama, "Em ê Rêberê xwe azad bikin" hat dayîn. -
Li Dresdenê bi pêşengiya FEDA’yê Cema Xizir pêk hat
Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê bi beşdariya Hevserokê FEDA Demîr Çelîk û Pîr Alî Koçak Cema Xizir hat lidarxistin. -
Gefên li ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê hat protestokirin
Siyasetmedaran bertek nîşanî gefên li ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê dan, xwestin li dijî êrîşa faşîst û nîjadperest bi hev re tevbigerin. -
Nebin alîgirê dîlgirtin û tecrîda li ser Rêberê me!
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çalakiya xwe ya li Strasboûrgê de got, “Tecrîda li ser Rêber Apo sûcê mirovahiyê ye. Rêbertiya me xeta me ya sor e. Divê saziyên Ewropayê erkên xwe pêk bînin.” -
ADGB: Binçavkirin û zext nikarin têkoşîna me ya yekbûyî asteng bike!
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bertek nîşanî binçavkirin û girtinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê da û destnîşan kir ku ev zext nikarin pêşiya têkoşîna yekbûyî bigirin. -
NCDK’ê bang li Swêdê kir: Ferît Çelîk berdin!
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK) bang li Swêdê kir ku Ferît Çelîk ê li ser daxwaza Elmanyayê hatiye girtin, serbest berde. -
Statuya xweser a Korsîkayê diyar dibe
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn hevdîtineke bi qasî 4 saet û nîv bi nûnerên Korsîkayî re pêk anî. Darmanîn “pêşniyara destûra bingehîn” ku “5 gavên girîng” di nav de hene, pêşkêşî Kosîkayiyan kir. -
Li dergaha FEDA'yê Cema Xizir pêk hat
Li dergeha Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Cema Xizir pêk hat. -
Li Bensheîmê ji bo Rêberê Gelê Kurd qert hatin şandin
Li Bensheîmê di çarçoveya kampanya “100 hezar qert” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert hatin şandin.