CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
SGDF: Di 19-24’ê Tîrmehê de em li Kobanê ne
SGDF ya têkildarî kampanyaya "Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” civîna çapemeniyê li dar xist, diyar kir ku zêdetirî 500 kesî serlêdan kirine. -
Bîrdariya Komkujiya Sêwasê rastî êrîşê hat
Ji bo 33 kesên li Madimak a Sêwasê, 2’yê Tîrmeha 1993’yan hatibûn qetil kirin, li Goristana Karşiyaka ku bîrdarî hatibû çêkirin, ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar hat xerakirin. -
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li bajarê Ludwigshafen ê Elmanyayê berxwedêrên di berxwedana 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
Di salvegera 33. de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan ên li li zindana Amedê bûn sembola berxwedanê li Frankfurt a Elmanyayê hatin bîranîn. -
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Londra hatin bîranîn
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên 14’ê Tîrmeha 1982’yan de ji bo pêkanînên dij mirovatiyê yên li Girtîgeha Amedê şermezar bikin dest bi rojiya mirinê kirin, li Londrayê hatin bîranîn. -
Yeşîldûman ê ji înşaetê ket jiyana xwe ji dest da
Karkerê înşaetê Muhammet Yeşîldûman ji ser avahiya li Konakê dihat çêkirin ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. -
Li Stenbolê ji bo Ocalan konê azadiyê
Li Stenbolê endamên DEM-GENÇ’ê yên Meclîsa Herêma Yekemîn, ji bo şermezarkirina tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza bi awayekî fizîkî azad bibe li Maltepe kon vedan. -
Azadiya girtiyên nexweş Celal Şeker û Hasan Aşa hat xwestin
Li Enqereyê Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe de xwest girtiyên nexweş Celal Şeker û Hasan Aşa bên berdan. -
Li Foçayê bi dehan darên zeytûnan hatin birîn
Li navçeya Foça ya Îzmîrê bi sedema çêkirina tesîsa dawerivandinê bi dehan darên zeytûnan hatin qutkirin. -
KCD-E: Li dora azadiya Ocalan em hêza xwe bikin yek
Hevserokatiya KCD-E, di serî de gelê Kurd, bang li tevayî hêzên alîgirên azadî û demokrasiyê kir ku li dora azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza xwe bikin yek. -
Dayikên Şemiyê banga rûbirûhatinê li dewletê kirin
Dayikên Şemiyê yê Stenbolê vê hefteyê çîroka Ahmet Yaman ê ku di sala 1995'an de piştî çû qereqola cendermeyan û careke din agahî jê nehat wergirtin vegotin. -
Siyasetmedar, nivîskar û hunermend ji bo azadiya Ocalan bang kirin
Bi banga Platfoma Ji Ocalan re Azadî, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên hatin cem hev daxwaz kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî be û şert û mercên wî yên azadî, tenduristî û ewlehiyê pêk bên. -
Girtiyê nexweş ê li hember komployê bedena xwe da ber êgir terqî mirin dikin!
Rewşa girtiyê nexweş Çalişkan ku pir giran e, ji sedî 80 bedena wî şewitiye, damarên mil û lingên wî girtîne, nexweşê dil û faranjît e, organên wî yên hundir naxebitin. Ji ber taybetiya rewşê li revîra nexweşxaneyê jî nayê tedawîkirin. -
Ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz bîranîn
Alî Îsmaîl Korkmaz ê di bûyerên Gezî de hat qetilkirin, li Enqereyê hat bîranîn. -
ÎHD'yiyan bal kişandin ser Roboskî
Di Nobeta Rêzgirtina ji Mafê Jiyanê re ya ÎHD'ê endamên komeleyê bal kişandin ser Komkujiya Roboskî. -
Doza Tekçî taloqî 11’ê Îlonê hat kirin
Têkildarî doza Nezîr Tekçî yê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin, piştre hat gulebaran kir, di dawiyê de jî bi mayînê ve hat girêdan û hate parçekirin, biryar derneket. Doz taloqî 11’ê Îlonê hat kirin. -
Rûniştina doza qetilkirina Mahîr Çetîn dewam kir
Rûniştina doza têkildarî Mahîr Çetîn ê ji ber bi Kurdî axivî, rastî êrîşa nîjadperest hat û jiyana xwe ji dest da dewam kir. -
Ji hemû mirinên karker û jinan AKP berpirsyar e
Endamên KESK’ê li Manîsayê mirinên karkeran protesto kirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê ji mirinan berpirsyar e û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin. -
Li Sûrên Amedê kontrolkirin madeyên xwarinê
Midûriyeta Zabîteyên şaredarê Sûrê ya Amedê ji bo tendirustiya gelê navçeyê li dikanan geriya û madeyên xwarinê kontrol kir. -
Deşta Qubînê dişewite!
Şewata bi rojane li pirêzeya deşta Êlih û Qubînê dewam dike, zerareke mezin dide xwezayê. Erdê bi hezaran donimî yên li herêma Reşkota ya li bakurê Qubînê hat şewitandin, zindiyên li ser û binê erdê jî tine kir. -
Pirtûka 'Bêhna Çiyê' ya girtiyê 22 salan Seyît Oktay derket
Pirtûka 'Bêhna Çiyê' ya Seyît Oktay ku ev 22 sal in li girtîgehê tê ragirtin, derket. Oktay pirtûka xwe diyarî hevalên xwe yên têkoşînê û civata Êzidî kir. -
Di doza komkujya karkeran a Esenyurt de biryar hat aşkerakirin
Di doza Esenyurt a 11 karker ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan, biryar hat aşkerakirin. Li hin bersûcan ceza hat birîn, 6 bersûc jî beraet bûn. -
Ji bo 3 jinên şoreşger li Berlînê edalet hat xwestin
Ji bo sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin çalakiyên edaletê didomin. -
‘Divê du şoreşgerên Îspanyolî demildest bên berdan’
AvEG’ê bertek nîşanî binçavkirina kesên ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîn didan û ji aliyê dewletên YE’yê ve hatine binçavkirin, da û daxwaz kir ku divê demildest du şoreşgerên Îspanyolî bên berdan. -
Sîsarkên Keçel li Palmîra asê man!
Sîsarkên Keçel ên ku nifşê wan bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye û bi tenê li navçeya Riha Bêrecûkê koloniyên wan hene, salê carekê koçî bajarê dîrokî yê Sûriyeyê Palmîra dikin. Lê belê îsal venegeriyan.