Kongreya Gel a Mezopotamyayê komkujiya Pirsûsê şermezar kir

Kongreya Gel a Mezopotamyayê got, “Merasîma cenazeyên van şitlên ciwan ên bawerî bi biratiya gelan anî û di vê oxirê de canê xwe feda kirin pêwîst e bi ruhê şoreşgerên 1969 û 1974’an bi coş bêne pêşwazîkirin.”

Kongreya Gel a Mezopotamyayê der barê komkujiya li Pirsûsê  de daxuyaniyek da û got, “Merasîma cenazeyên van şitlên ciwan ên bawerî bi biratiya gelan anî û di vê oxirê de canê xwe feda kirn pêwîst e bi ruhê şoreşgerên 1969 û 1974’an bi coş bêne pêşwazîkirin. Pêwîste hemû bajarên Tirkiyeyê bêne hejandin û ev rêveberiya îslamofaşîst bê lerizandin.”

Kongreya Gel a Mezopotamyayê daxuyaniyek nivîskî weşand û bibîr xist ku di komkujiya duh bi piştgiriya dewletê hatiye kirin bi dehan şoreşgeran jiyana xwe ji dest daye û ji sedî zêdetir jî birîndar bûne. Ev ciwanên ku girêdayî SGDF (Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst) ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bi piştevaniyek enternasyonalîst bi coşeke mezin alîkariya ku di nava xwe de kom kiribûn ji bo bigihînin ji Stenbolê ketibûn rê.

Kongreya Gel a Mezopotamyayê weke saziyeke gelên Asûrî-Suryanî jî got “Em careke din diyar dikin ku em ê tim bi gelê Kurd tevgera şoreşgerî ya Tirk re di nava hevkariyê de bin. Em şoreşgerên ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Em kesên ku ev komkujî kirine û dane kirin bi tundî û bi nefret şermezar dikin, lanet dikin.”