Komkujiya Pirsûsê wê li Oslo bê şermezarkirin

Êrîşa bombeyî ya li navçeya Pirsûs a Riha ya li hember ciwanên endamên SGDF’ê wê sibe li paytexta Norwec Oslo bê şermezarkirin.

Êrîşa bombeyî ya li navçeya Pirsûs a Riha ya li hember ciwanên endamên SGDF’ê wê sibe li paytexta Norwec Oslo bê şermezrakirin. Çalakiya ku Ungkurd organîze dike wê sibe saet 14.00’an li ber Wezareta Karên Derve ya Norwecê pêk bê.

Wê komên wek Koma Piştevaniya bi Kurdistanê û Koma Ny Sos Rasisme jî li qada çalakiyê bin.

Piştî çalakiyê wê çalakvan nameyekê radestî Wezareta Karên Derve ya Norwecê bikin. Di nameyê de tê xwestin ku hikûmeta Norwecê li hember DAIŞ’ê têkoşîneke hê aktîftir pêş bixe.