Dehezaran êrîşa Pirsûsê şermezar kirin
Li hember Komkujiya Pirsûsê gel li Kurdistanê li ser piyan e. Bi dehezaran kesên ber bi avahiyên AKP’ya ji komkujiyê berpirsyar dibînin meşiyan dirûşmên, "Qatil DAIŞ hevkar AKP" gotin.
Li hember Komkujiya Pirsûsê gel li Kurdistanê li ser piyan e. Bi dehezaran kesên ber bi avahiyên AKP’ya ji komkujiyê berpirsyar dibînin meşiyan dirûşmên, "Qatil DAIŞ hevkar AKP" gotin.
Li hember Komkujiya Pirsûsê gel li Kurdistanê li ser piyan e. Bi dehezaran kesên ber bi avahiyên AKP’ya ji komkujiyê berpirsyar dibînin meşiyan dirûşmên, "Qatil DAIŞ hevkar AKP" gotin. Di çalakiyan de hêrsa gel a li hember AKP’ê ku di asta herî jor de bû, hat diyarkirin ku daxuyaniyên AKP'ê komkujiyan teşwîq dike.
LI AMEDÊ BI HEZARAN KES MEŞIYAN
Bi armanca şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê bi hezaran kesên li ber avahiya DBP’ê ya Amedê kom bûn bi dirûşman heta avahiya KCD’ê meşiyan.
Girseya bi dirûşman hat ber avahiya KCD’ê ji bo kesên di têkoşîna demkrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk anî.
Hevserokê DBP’a Amedê Alî Şîmşek di axaftina xwe de got, "Ciwanên aştî dixwestin wê ji Pirsûsê derbasî Kobanê bibûna. Lê ji aliyê faşîstan ve hatin qetilkirin. Kesên piştgiriya wan dikin wê li hember gel hesab bidin.”
Hevserokê HDP’a Amedê Omer Onen jî wiha axivî: “Dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKP’ê ya êrîşên DAIŞ’ê rewa dike ev êrîş teşwîq kirine.”
POLÎSAN LI REZAN ÊRÎŞÎ CIWANAN KIRIN
Ciwanan li ser Cadeya Hatboyu ya Rezan a Amedê êrîşa li Pirsûsê ya li hember endamên SGDF’ê şermezar kirin. Ciwanan rê li çûn û hatinê girtin. Polîsên hatin cihê bûyerê ku êrîşî ciwanan kirin, ciwanan bi kevir, Molotof kokteyl û fîşekên hewayî bersiv da.
Pevçûn li kolanan didomin.
ERXENÎ
Li navçeya Erxenî ya Amedê jî di pêşengiya DBP û HDP’ê komkujiya Pirsûsê bi meşeke ji avahiya DBP’a Erxenî heta avahiya hikûmetê hat şermezarkirin.
Hevserokê DBP’a Erxenî Şehmus Doku di daxuyaniyê de got: “Ji vê komkujiyê sereke hikûmeta AKP’ê ya piştgirî da DAIŞ’ê û ew mezin kir berpirsyar e.”
Her wiha ŞaredariyaErxenî bi armanca şermezarkirina komkujiyê paçê reş li avahiya şaredariyê daliqand.
ÊLIH
Êrîşa li Pirsûsê di pêşengiya rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr li Êlihê li ber Sînemaya Yilmaz Guney bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî, diyar kir ku piştî peyama Serokkomar Erdogan a cejnê ciwanên sosyalîst li Pirsûsê rastî komkujiyê hatin û got: “Pêwîst e Serokkomarê welêt rêz bide Şoreşa Rojava, yan na wê ev zimanê cudakar me ber bi şerekî navxweyî ve bibe.”
Piştî daxuyaniyê welatiyan 10 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.
SÊRT
Polîsan li Sertê êrîşî meşa ji bo şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê dihat lidarxistin kirin. 10 kes hatin binçavkirin. Bi hezaran kesên li ber avahiya DBP’a Sêrtê kom bûn, ber bi avahiya AKP’ê ve dest bi meşê kirin. Polîsên pêşiya girseyê girtin, bi sedema meş bê destûr e êrîş kirin. Bi êrîşa polîsan re pevçûn derketin.
Polîsan Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr derb kirin û xwestin binçav bikin. Di nav de parêzvanên Epozdemîr jî ku hene herî kêm 10 kes hatin derbkirin û binçavkirin.
Pevçûn li taxên Dogan û Aygul didomin. .
MELETÎ
Li Meletî jî di pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê de bi armanca şermezarkirina Komkujiya li Pirsûsê li ber Şaxa PTT a Meletî daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Ferhat Çankaya yê daxuyanî da got ku berpirsyarê esasî yê komkujiyê AKP’a piştgiriyê ji DAIŞ’ê kêm nakê ye.
Her wiha Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li avahiya partiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya li hember SGDF’yiyan şermezar kir.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî welatiyên li ser banga rêxistinên civaka sivîl hatin gel hev êrîşa li Pirsûsê ya li hember ciwanên SGDF’yî şermezar kirin.
Di çalakiya ku li Kolana Sanat pêk hat, Yusuf Kolanç ê li ser navê ciwanan daxuyanî da got ku wê li hember hemû komkujiyan li ber xwe bidin û ti êrîş nikare têkoşîna wan asteng bike.