Suryanî: DAIŞ dixwaze Tirkiyeyê bikişîne nava çiravê
Rêxistinên Suryanî komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin.
Rêxistinên Suryanî komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin.
Federasyona Komeleyên Suryanî (FKS), Navenda Jinan a Suryanî (SURKADÎM), Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê (ESU)-Tirkiye û rojnameya Sabro têkildarî komkujiya Pirsûsê daxuyaniyek hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê û rêxistinên radîkal yên olî, Tirkiyeyê jî dikişînin nava çirava ku afirandine û wiha hate gotin: “Ev hêzên zîhniyeta tarî hewl didin ku bi agirê ku li herêmê pê xistine, Tirkiyeyê jî bişewitînin. Li dijî van hêzan divê dest bidin hev û bersivek baş bê dayîn. Ciwanên ji bo avakirina Kobanê ketin nava tevgerê; Hewl dane ku pira aştî û piştevaniyê di navbera gelên herêmê de ava bikin û ji ber ku ev ji xwe re wek peywira mirovahî û demokratîk dîtine, ketine nava tevgerê û hewl dane birînên Kobanê bipêçin. Ev êrîş jî nîşan dide ku nahêlin nifşên demokratîk bi ala aştiyê ya gelan pêşengiyê bikin”