Demîrtaş: Divê em ewlekariya xwe bigirin
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag, ji bo Komkujiya Pirsûsê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Demîrtaş xwest hikûmet hesab bide û Meclîs bi awayekî awerte kom bibe.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag, ji bo Komkujiya Pirsûsê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Demîrtaş xwest hikûmet hesab bide û Meclîs bi awayekî awerte kom bibe.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş piştî civîna Desteya Rêveber a Navendî (MYK)'ê civîna çapemeniyê li dar xistin û xwestin ku parlementero bi lezgînî bi rojevên "Rojava, pêvajoya çareseriyê û gefên DAIŞ'ê" biceve. Demîrtaş li hemberî banga "Em li hemberî şîdetê deklarasdyona hevpar weşînin" û wiha got: "Deklarasyona herî mezin Mutabakata Dolmabahçe ye. Yê xwedî li vê yekê derneket sibê li yên din jî xwedî dernakeve. Belê em bi hev re bin lê divê tu hesaba sûcên berê te kirin bidî."
Hevserokên Giştî yên HDP'ê piştî civîna MYK'ê ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş êrîş şermezar kir û got ku careke din dîtin ku çeteyên DAIŞ'ê dikare çi bike û wiha got: "Li wir 32 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ev hevalên me ji bajarên Tirkiyeyê yên cuda ji bo bi zarokên Kobanê re piştevaniyê bikin bi rê ketibûn. Ji bo derbasî Kobanê bibin destûr wan nehat dayîn lê ji bo li ser navê mirovahiyê peyman bidin li baxçeyê navenda çandê biryara daxuyaniyê bidin girtin. Mixabin li sînorê Tirkiyeyê bi TIR'an çek derbas kirin, çeteyên DAIŞ'ê bi rihet tevdigerin û sînor li gorî daxwaza xwe bikartînin. Lê şoreşgerên ciwan ên lîstok birin ji sînor derbas nekirin."
'RÛYÊN TARÎ YÊN JI DAIŞ'Ê RE GOTIN DESTÊ WE SAX BE HEBÛN'
Demîrtaş anî ziman ku ligel her tiştî peyma ciwanên li her aliyê Tirkiyeyê çûn gihişte cihê xwe. Demîrtaş da zanîn ku duh Tirkiyeyê "32 zarokên xwe yên şoreşger windakirin" û ji ber bûyerê dilê kesên mirovahiya xwe winda nekirin şewitî û wiha got: "Ez dibêjim ên dilê wan şewitî ji ber ku yên ji mirinan keyfxweş hene. Me fêm kir ên piranî li cem hev in û yên aştiyê dixwazin gelek in. Yên vê êrîş di dilê xwe de hîs dikin ji kesên şer dixwazin gelek zêde ne.Ruhê piştevaniyê em keyfxweş kirin. Li her aliyê Tirkiyeyê peyama aştiyê û biratiyê girtin em keyfxweş kirin. Lê kesên weke DAIŞ'ê difirkirin û wekî wan tevdigerin jî me dîtin. Em yekemîn car bi wan re rû bi rû nayên. Yên digotin DAIŞ ji PYD û HDP'ê baştir e ji bo komkujiya wir peymên destê we sax be dan. Em dê wan bi rûyên reş re tenê bihêlin em dê rûyê xwe ji rûyê mirovahiyê yê ronî û aştiyê re zivirînin."
Demîrtaş, anî ziman ku tu hêviya wan a ku bûyer bê zelalkirin tuneye û wiha pê de çû: "Em her tim rastî êrîşên wisa hatin. Em nizanin dê bên girtin an na. Ji ber ku tu komkujiyên destên dewletê di nav de nehatin zelalkirin. Dîroka me ya nêz bi van mînakan dagirtiye. Kujerê Amedê bi tena serê xwe kir di hundir de têgirtin. Ji kîjan endamê dewletê îstîxbarat kir û kê ew girt û serbest berda. Kî bi qeydan lîst. Ji bo van derbixin holê nîv roj bes e. Heke em li ser karban em dê em ev hemû derxistiban holê û teslîmî dozgeriyê kiriban. Lê ji 5'ê hezîranê heya niha tu pêşketin tuneye. Em komkujiya ji bîr nakin û divê gelê me jî ji bîrneke. Dikarin kiryarên Roboskî di nava rojê de derbixin holê. Kê fermanda û kê kir dikarin derbixin holê lê tu tiştekî nakin. Kiryarên Berkîn Elvan dîsa wisa, yên Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz û gelek kesên din dîsa wisa tên veşartin."
'EM LI CEM HEV RAWESTIN LÊ SÛCÊN TE BERÊ KIRIN HESABA WAN BIDE'
Demîrtaş ji gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên "em bi hev re bin û li hemberî terorê derbikevin" û deklarasyona hevpar wiha da: "Em bi hev re bin ên dewletê rêve dibin hûn û yên mexdur jî dibin her tim gel. Berê sûcên berê kirin derxin hol û hesaba sûcên we kirin bidin. Em dê dîsa bi hev re bin û tu pirsgirêk tuneye. Lê qusurê mêze nekin em nabin hevkarên sûcên we kirin û em vê bangê jî bi wate nabînin." Demîrtaş têkildarî bîlançoya komkujiyê û merasîma cenazeyan jî agahî dan û got ku 28 cenaze ji saziya tipa edlî hatin girtin û şandin bajarên wan û nasnameya 4 kesan nehatiye diyarkirin. Demîrtaş bang li hemû kesî kir ku bi girseyî cenazeyan pêşwazî bikin.
'BILA PARLAMENTO BI ROJÊN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ, DAIŞ Û ROJAVA BI LEZGÎNÎ KOM BIBE'
Demîrtaş bang li meclîsê jî kir ku bi lezgînî kom bibe û anî ziman ku heke Serokê Meclîsê vê peywira xwe bi cih neyne dê îmzayan kom bike û bi 80 wekîlên wan re hewcehiya wan bi 30 îmzayên din hene. Demîrtaş da zanîn ku ew parlementeroyê bi 3 rojevên sereke dixwaze kom bibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Parlemento di rojên wisa de li hemberî geşedanan bêdeng namîne. 80 wekîlên me hene û heke 30 wekîlên din îmzayê bidin dê parlementoyê kom bikin. Di vê mijarê de em bang li wekîlên din ên aştiyê dixwazin dikin. Em bi 3 rojevan bangî parlementoyê dikin. Yek pêvajoya çareseriyê, dudu Rojava û ya din jî DAIŞ."
'MA EM RAZÎNE KU DAIŞ BÊ ME BIKUJE'
Piştî civîna MYK'ê hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahttîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag civîna çapemeniyê pêk anîn û banga bi lezgînî "Rojava, pêvajoya çareseriyê û DAIŞ'ê" biaxivin kirin. Demîrtaş der barê banga "Li dijî tundiyê deklarasyona hevpar biweşînin" jîg ot deklarasyona herîm ezin mutabakata Dolmabahçeyê ye û wiha got: "Yê ku li viya xwedî dernekeve dê sibê li çi xwedî derbikeve. Temam divê em yekitiyê ava bikin, lê divê tu destpêkê hesabê sûçên ku kiriye bide."
Demîrtaş da zanîn ku wan di civîna MYK'ê de ji bo tedbîrên ku bên girtin jî nirxandinan kirine û bersiv da êrîşên medyaya alîgir a li hemberî wan. Demîrtaş da zanîn ku berê jî li hemberî Navenda Giştî ya HDP'ê êrîşa rastî êrîşa çekdarî hatiye, du navendên wan hatiye bombekirin û wiha dom kir: "Mîtînga me ya Amedê jî hat bombekirin. Em bi taybetî bang li rêxistinên xwe yên partiyê re dikin ku ewlehiya xwe zêde bikin. Divê teqez ketin û derketina partiyên me bi dîsîplîn be. Divê qakêt û kûlîkên bi guman neyên girtin. Her wiha divê hemû partî rêxistin û STK'a ewlehiyên xwe bigirin. Niha yên ku dibêjin HDP banga çekdariyê dike re vê yekê dibêjim: Hûn razîne ku DAIŞ bê li her derê me qetil bike. Ji bo ku her kes li cihê ku dixebite bi ewle bike em vê bangê dikin."
Demîrtaş der barê banga hikûmetê ya "Em bi hev re deklarasyona hevap aşkere bikin" de da zanîn ku mutabakata Dolmabahçeyê deklarasyona herî mezin e û wiha pêda çû: "Ji bo hemû tundî bên bidawîkirin, xebatek dihat meşandin. Di pêvajoya çareseriyê de em gihîştibûn mutabakatek. Ev mutabakat Formula ku dê tundî çawa çareser bibe jî ava dikir. Serokomar nêrînê xwe parve kir û her tiştî tune hesiband. Hûn wekî hikûmet çi dibêjin, hûnê bêjin em li pişt wê mutabakatê ne. Hûn hêj nikarin li wê dekelarasyonê xwedî derbikevin hûnê çawa ya nû çêbikin."
TI DAXUYANIYÊN MHP'Ê NÎN E
Demîrtaş diyar kir ku dê di dawiya heftê de li jî wehşeta DAIŞ'ê meşeke mezin pêk bînin û wiha bi lêv kir: "Piştî ku Bloka aştiyê civîna xwe pêk anî dê cihê meşê û saeta wê diyar bibe. Divê hemû kesên xwediyê wijdan tevli vê meşê bibin. Demîrtaş bê ku nav bide MHP'ê rexne kir û da zanîn ku di dîroka wan de tu daxuyaniyên siyasî nîne û li hemberî hemû tiştan bêdenge. Dê li hemberî gel temsîlyeta çawa pêk bîne gelo."
Demîrtaş anî ziman ku ew li hemberî pevçûna ku li Semsûrê pêk hat û çawişekî pispor jiyana xwe ji dest da gelek xemgînin û ji malbatê re sersaxî xwest.
'HER DAREK, PIRTÛKEK Û PÊLÎSTOKEK BÎRANÎNÊN WAN IN'
Piştre Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksekdag diyar kir ku ji ber qetrlîamê gelê Tirkiyeyê êş û hêrsek mezin dijî û wiha got: "Niha gelek hest bi hevre tên jiyîn. Kesên ku hatin qetilkirin dê ji bo ku Kobanê aştî, ji bo pirtûkxaneyan pirtûk, ji bo zarokan pêlîstuk û parkan jî dar bibûna. Rêya vê tevgerê ji aliyê kesên ku nesibê xwe ji mirovahiyê ne girtin hat birîn."
Yuksekdag da zanîn ku ew hem êş û taziyeyê ciwana dijîn lê divê tiştên ku ciwanan dixwastin bikin neyên ji bîr kirin û wiha pêde çû: "Bi salan gel li Rojava û Kobanê ji bo Sûriyeyek demokratîk berxwedidin. Rexmî çeteyên DAIŞ'ê û dorpêça çeteyan ji bo Sûriyeyek demokratîk û Rojhilata Navîn berxwe didin. Lê îktidara siyasî ya li Tirkiyeyê berxwedana gel a meşrû weke terorîst nîşan dide û destê biratiyê nêzî wan ne kir."
'GER TIRKIYEYÊ DESTÊ BIRATIYÊ DIRÊJ KIRIBA DÊ CİWANÊN ME JIYANA XWE JI DEST NE DABANA'
Yuksekdag bi lêv kir ku ger îktidara siyasî ne leşker destê biratiyê dirêjî gelên Sûriyeyê û Kobanê kiriba dê çeteyên DAIŞ'ê li holê nemabana û wiha axivî: "Mey ê 32 can winada ne kiribana. Wan ciwanan tiştên ku diviyaba hikûmetê kiribana kirin ji bo avakirina Kobanê dê çûbana. Ciwan pêşiyê ji aliyê hêzên îktidarê ve hatin rawestandin û çûna wan a Kobanê hat astengkirin. Piştî demekî kurt bûn hedefa çeteyên DAIŞ'ê. Pêywira gelê Tirkiyeyê ew e ku karê ciwana daye despêkirin temam kirine."
Yuksekdag bertek nîşanî gotinên serokwezîr Ahmet Davutogku jî dan û wiha got: "Serokwezîr derdikeve û dibêje em li hemberî terorê hewlestek hevpar nîşan bidin. Li herêmê û Tirkiyeyê tenê terorek heye ku divê bê tunekirin ew jî DAIŞ e. Divê navendên ku di êrîşên çeteyan de destê wan heye werin deşîdre kirin. Divê waliyê Rihayê ji peywirê were xistin."