Li hember komkujiyê ji 5 baroyan daxuyaniya hevpar
5 baroyan têkildarî Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke hevpar dan.
5 baroyan têkildarî Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke hevpar dan.
Li hember komkujiya li Pirsûsê ya li dijî ciwanên sosyalîst nerazîbûn zêde dibin. Serokên 5 baroyan ên êrîş şermezar kirin xwestin hikûmer hesab bide gel.
Baroyên Mersîn, Edene, Dîlok, Hatay û Osmaniyeyê, bi daxuyaniyeke hevpar Komkujiya Pisûsê şermezar kirin.
Di daxuyaniya li ser navê Serokê Baroya Mersîn Alpay Antmen, Serokê Baroya Edeneyê Mengucek Gazî Çitirik, Serokê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli, Seroka Baroya Osmaniye Dîlem Aksoy û Serokê Baroya Hatay Ekrem Donmez wiha hat gotin.
'DIVÊ BÊ JI SER TIRKIYEYÊ RE WERGIRTINA LOJÎSTÎKÊ BE ASTENGKIRIN'
"Ev êrîşeke terorê ye. Ev komkujiyeke nemerd a aşkera pêk hatiye. Bi vê êrîşa li Pirsûsê xwestine çavên welatiyên me bitirsînın. Îro ev roj e ku başûr, bakur, rojava û rojhilatê welatê me bibe yek. Ev terora nemerd bê lanetkirin û li hember terora bê rûmet tedbîr bên girtin. (...)Piştgirîdayîna lojîstîka ji keriyên çeteyan re bila li cihekî bimîne, divê ji ser Tirkiyeyê re wergirtina lojîstîkê jî bê astengkirin.”
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hikûmeta di aliyê siyasî de ji komkujiyên çeteyan berpirsyar e hesab bide gel.