Komkujiya Pirsûsê li Brukselê hat lanetkirin

Komkujiya xayîn a li Pirsûsê li hember endamên SGDF’ê pêk hat, li paytext Brukselê hat şermezarkirn.

Komkujiya xayîn a li Pirsûsê li hember endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF)’ê pêk hat li paytext Brukselê hat şermezarkirn.

Piştî banga AvEG-Kon a çalakiyên lezgîn girseya li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê kom bû, komkujî lanet kir û ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komkujî ji aliyê dewleta AKP’ê û Erdogan ve hatiye kirin û hat destnîşankirin ku wê hesabê komkujiyê bê pirsîn.

Girseyê dirûşmên, “Qatil Erdogan, terorîst DAIŞ”, “Dewleta qatil wê hesab bide”, “Qatil DAIŞ hevkar AKP”, “Wê hesabê komkujiya Pirsûsê bê pirsîn”, “Bijî PKK bijî MLKP” hatin gotin.