FEDA: Em kesên komkujî plan kirin û pêk anîn şermezar dikin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), kesên Komkujiya Pirsûsê plan kirine û pêk anîne bi nefret şermezar kir.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), kesên Komkujiya Pirsûsê plan kirine û pêk anîne bi nefret şermezar kir.
Federasyona Elewiyan a Demoratîk (FEDA), kesên Komkujiya Pirsûsê plan kirine û pêk anîne bi nefret şermezar kir.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), têkildarî Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyniyê de wiha hat gotin:
“AKP’ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ji aliyê Kurdan ve rastî têkçûnê hat, çare di qatilên DAIŞ’a xwedî dikir de dît. Şaneyên DAIŞ’a li herêmên Kurdan razandibû şiyar kir. Di encam de Kurd bi êrîşa erjeng û evqasî jî derveyî mirovatiyê re rû bi rû hişt. Ya tê dîtin ev e ku AKP bi destê DAIŞ’ê tola têkçûna hilbijartinê ji Kurdan radike. Dor hatiye Elewiyan! Divê bala me li ser be ku wê êrîşên DAIŞ’ê bi van bi sînor nemîne, di demeke nêz de bi taybet jî wê neqlî herêmên Elewiyan bike. Ji lewra banga me ji canên me yênE lewî re ev e ku li hember êrîşên bi vî rengî hişyar bin û bi hev re tevbigerin. Em dixwazin bibîr bixin, pêwîst e sazî û dezgehên Elewiyan, pîrên wan li hember barbarên DAIŞ’ê û yên rê nîşanî wan didin yek deng û yek dil bin! An na dibe ku sibe pir dereng be. Em ji malbatên canên me yên li Pirsûsê hatin qetilkirin re sersaxiyê ji dostên birîndar re şifayê dixwazin. Em kesên ev komkujî plan kirin û pêk anîn bi nefret şermezar dikin, em wan hewaleyî Xwedayê jê bawer in, dikin!”