Li Goteborg û Malmo komkujî hat protestokirin
Komkujiya li Pirsûsê bi çalakiyên li bajarên Goteborg û Malmo yê Swêd hat protestokirin.
Komkujiya li Pirsûsê bi çalakiyên li bajarên Goteborg û Malmo yê Swêd hat protestokirin.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Goteborgê, bi armanca protestokirina komkujiya li Pirsûsê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, di saetên êvarê de hatin gel hev, DAIŞ û hikûmeta AKP’ê ya piştgiriya çeteyan dike hat protestokirin.
400 kes tevlî çalakiya li Parka Brunn a li navenda bajarê Goteborgê bûn. Ji çar parçeyên Kurdistanê Kurdistanî, Komeleyên Elewiyan û şoreşgerên Tirk tevlî çalakiyê bûn.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Goteborgê Alî Agirî got ku, êrîşa li Pirsûsê ji aliyê çeteyên dijminên mirovahiyê DAIŞ’ê ve hatiye pêkanîn û diyar kir ku ev êrîş û komkujî parçeyekî ji êrîşên ku dixwazin destketiyên Kurdan tine bikin.
Agirî bibîr xist ku ji vê komkujiyê hikûmeta AKP’ê ya alîkariya leşkerî û lojîstîk dide DAIŞ’ê berpirsyar e. Agirî bang li Swêd û Yekîtiya Ewropayê kir ji bo li hember Tirkiyeyê bibin xwedî helwest. Di çalakiyê de peyamên piştgiriyê yên bi navê PKK, YNK û Goran hatine şandin jî hatin xwendin.
Şervanê YPG’ê Jordan Matson ê DYE’yî yê li Rojava li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dike jî di çalakiyê de cih girt.
Matson bi beşdaran dirûşma “Heya Serkeftinê Şer” da gotin, her wiha çalakî bi dirûşmên “AKP DAIŞ e, DAIŞ AKP ye”, “Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê bikişînin”, “Çeteyên DAIŞ’ê ji Kurdistanê bicehimin” û “Bijî Şoreşa Rojava” hatin gotin.
LI MALMO JÎ HÊRS HEBÛ
Di çalakiya Malmo bi tevlîbûna 150 kesan pêk hat li hemberî hikûmeta AKP’ê û DAIŞ’ê hêrsek mezin hebû. Di axaftinên ji aliyê Komîteya Piştevaniya bi Rojava re û Saziyên Civaka Sivîl ên Swêdê ve hat lidarxistin bang li Dewleta Tirk hat kirin ku pêwîst e li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bibe xwedî helwest û dest ji helwestên dijmintiya Kurdan berde.