Komkujiya Pirsûsê li Danîmarkayê hat protestokirin

Komkujiya bombeyî ya li hember ciwanên SGDF’yî yên ji bajarên cuda yên Tirkiyê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatîn Pirsûsê pêk hat li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê hat protesto kirin.

Komkujiya bombeyî ya li hember ciwanên SGDF’yî yên ji bajarên cuda yên Tirkiyê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatîn Pirsûsê  pêk hat li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê hat protesto kirin.

Komkujiya li hember ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê tevkariyên xwe bikin ji bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi dirûşma “Me bi hev re Kobanê parast, em ê bi hev re jî ava bikin” kom bûn û bi pêlîstok û hêviyên xwe ber bi Pirsûsê ve ketin rê  pêk hat li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê hat protestokirin.

Girseya ku piştî banga lezgîn a ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Danîmarkayê hat kirin li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê hatin gel hev û li hemberî komkujiyê nerazîbûnên xwe anîn ziman, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin.

Di axaftinên çalakiyê de bal hat kişandin ku komkujî rasterast ji aliyê  dewleta AKP’ê û Erdogan ve pêk hatiye. Her wiha bal hat kişandin ku Erdogan fermana komkujiyê rasterast di vexwendina fitarê ya di 26’ê Hezîranê de dema got, “Em qet destûrê nadin ku dewleteke li bakurê Sûriyeyê bê avakirin. Berdêla wê çi be bila bibe em ê pêşî lê bigirin” de dabû û zemîn ji komkujiyê re vekiribû. Hat gotin ku wê mûtleq hesabê komkujiyê bê pirsîn.

Cemal Ozsaygi yê bi navê HDP Danîmarkayê daxuyanî da, got, “Em bersûcên komkujiya Pirsûsê ji Zîlan, Dêrsim, Roboskî û Kobanê nas dikin.”

Feramûz Acar ê li ser navê Navenda Çanda Elewiyan a Randerê axivî bang kir ku pêwîst e medyaya alîgir a tim digot, “Bila PKK dev ji çekan berde” dive gotiba “Bila Hikûmeta AKP’ê dev ji çekan berde”  û diyar kir ku berpirsyar û piştgirên vê komkujiyê hikûmeta AKP’ê ye.

Di çalakiya ku li gel alên PKK, KCK, PYD, PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin dirûşmên, “Kujer Erdogan”, “DAIŞ ji Kurdistanê bicehime” û “Dewleta kujer wê hesab bide” hatin gotin.

...