Meclîs xwe nade ber kombûna ji bo Pirsûsê
CHP’a ku ji bo komkujiya Pirsûsê banga şînê kir û got, “Wê hesab bê pirsîn” bersiva neyênî da banga HDP’ê ya “Bila Meclîs awerte kom bibe”, Serokê Meclîsê Îsmet Yilmaz jî pêşniyara HDP’ê red kir.
CHP’a ku ji bo komkujiya Pirsûsê banga şînê kir û got, “Wê hesab bê pirsîn” bersiva neyênî da banga HDP’ê ya “Bila Meclîs awerte kom bibe”, Serokê Meclîsê Îsmet Yilmaz jî pêşniyara HDP’ê red kir.
CHP’a ji bo komkujiya Pirsûsê banga şînê kir û got, “Wê hesab bê pirsîn” bersiva neyênî da banga HDP’ê ya “Bila Meclîs awerte kom bibe”, Serokê Meclîsê Îsmet Yilmaz jî pêşniyara HDP’ê red kir.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken diyar kir ku CHP’ê piştgirî neda banga HDP’ê ya ji bo li ser DAIŞ’ê bê axaftin bila Meclîs bi awayekî awerte kom bibe.
Baluken ê li ser hesabê xwe yê Twîtter têkildarî mijarê daxuyanî da got: "Ji ber komkujiya Pirsûsê ku me banga civîna awerte ya Meclîsê kir, CHP’ê bersiva neyênî da. Divê îzaheke CHP’ê hebe.”
Li gor daxuyaniya Baluken wê koma AKP’ê piştî civîna Desteya Rêveber a Navendî bersivê bide banga HDP’ê ya ji bo kombûna awerte ya Meclîsê.
SEROKÊ MECLÎSÊ JÎ QEBÛL NEKIR
Balukên ê diyar kir li gor qanûna rêvebernameya hundir Serokê Meclîsê dikare rayeya xwe ya civîna awerte bikar bîne û got, “Wî jî bersiva erênî neda. Hêvîdar im ne li benda encama Desteya Rêveber a Navendî ya AKP’ê be.