MLKP Rojava, êrîşa xayîn a bi hevkariya AKP-DAIŞ’ê îro li Pirsûsê pêk hat û bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest da bi nefret şermezar kir, ji malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî ji birîndaran re şifa xwest.
MLKP Rojava, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Hêviyên hikûmeta AKP’ê ya digot, Kobanê dikeve wê bikeve, piştî bi berxwedana dîrokî hat paşdexistin, DAIŞ’ê hêviyên xwe bi komkujiyên li hember gelê sivîl girêdaye. Wek di êrîşa li hember Kobanê de jî hat dîtin hikûmeta AKP’ê ya di aliyê lojîstîk, îstixbarat, çek û bi her cureyî alîkarî da DAIŞ’ê deriyên sînoran jî heta dawiyê ji çeteyên DAIŞ’ê re vekir. Îro heman hevkarî li Pirsûsê jî bi komkujiyê pêk hat.
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin:
“Ne komkujî ne terora faşîst wê têkoşîna azadiyê ya gelan asteng bike. Hevkariya qirêj a AKP-DAIŞ’ê wê têkoşîna hevgirtî ya gelên me vala derxe. Em bang li gelên kedkar dikin ku li kolanan xwedî li ciwanên sosyalîst ên rûyê bi rûmet ên mirovatiyê ne derkevin. Em bang dikin ku bi hemû şêwazên têkoşîna meşrû ji faşîzma DAIŞ û AKP’ê hesap bipirsin.”