Komkujiya Pirsûsê li Îzmîrê hat şermezarkirin

Êrîşa li Pirsûsê ya li hember ciwanên SGDF'yî li Îzmîrê bi tevlîbûna sedan kesan hat şermezarkirin.

Êrîşa li Pirsûsê ya li hember ciwanên SGDF'yî li Îzmîrê bi tevlîbûna sedan kesan hat şermezarkirin. Welatî bi dirûşmên, “Qatil DAIŞ, hevkar AKP” li hember faşîzmê meşiyan.

Êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê li hember ciwanên SGDF’yî li Îzmîrê ji aliyê hêzên ked û demokrasiyê, partiyên siyasî û saziyan hat lanetkirin. Bi sedan kesên li ber Pastaxaneya Sevînç a Alsancak kom bûn dirûşmên, “PKK gel e, gel li vir e”, "Qatil DAIŞ, hevkar AKP", "Şehîd namirin" gotin. Denîz Bakir a li ser navê ESP û SGDF’ê daxuyanî xwend got: “Kesên ev komkujî pêk anîn çeteyên faşîst ên DAIŞ û desthilatdariya AKP’ê ya pêre di nav hevakariyê de ye ku dixwazin Şoreşa Kobanê bipelçiqînin û bifetisînın.”

Piştî daxuyaniyê girse ber bi Basmane ket rê.  Welatî li Kordon Boyu ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Gel bi gotina, “Zarokên me qetil kirin” li hember polîsan nerazîbûn nîşan da.

Li gel vê polîsan bi anonsa, “Hûn rehetiya gelê me yê li cafeyan rûdinin xera dikin” kirin. Welatiyan li Kordon  Boyu  bi sirûda Rojava çalakiya rûniştê pêk anîn. Girse piştî çalakiyê bi dirûşman belav bû.

Ji bo şermezarkirina komkujiyê Rêxistina HDP’ê ya Karabaglar jî çalakî li dar xist.