Okan Pîrînç bi çepikan hat oxirkirin
HATAY (DÎHA) - Cenazeyê endamê ESP'ê Okan Pîrînç ê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li Samandagê ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin.
HATAY (DÎHA) - Cenazeyê endamê ESP'ê Okan Pîrînç ê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li Samandagê ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin.
Cenazeyê endamê ESP'ê Okan Pîrînç ê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li Samandagê ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin.
Cenazeyê Endamê ESP'ê Okan Pîrînç ê ku di êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'ê ya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li Hatayê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Cenazeyê Pîrînç piştî komkujiyê anîn gundê Hancagizê yê navçeya Samandagê ya Hatayê û li morga şaredariyê dan sekinandin. Cenazeyê Pîrînç di seatên nîvro de ji morgê hat wergirtin û bi konvoyê anîn gundê Hancagizê. Di merasîma cenaze de pankarta "Dê hesaba Pirsûsê bê pirsîn" hat vekirin û Parlementera HDP'ê ya Mêrsînê Çîlem Oz, rêveberên HDP û CHP'ê yên Hatayê û gelek kesên din tevlî merasîmê bûn. Di ketina goristanê de cenazeyê Pîrînç ji wesayîtê hat girtin û li ser milan bi dirûşmeyên "Şehîd ma bimud" û "Dê hesaba Okan bê pirsîn" birin goristanê.
BI ÇEPIKAN HAT OXIRKIRIN
Cenazeyê Pîrînç li goristanê li gorî baweriya elewiyên ereb vecîbeyên wî hatin kirin û pişt re hat definkirin. Piştî cenazeyê Pîrînç hat definkirin find hatin hilkirin û dayîka Pîrînç Nuray Pîrînç lorîk barandin. Pîrînç ji kesên tevlî merasîma cenaze bûn re got "hun bi xêr hatin" û wiha bang li welatiyan kir: "Herî dawî ji bo şehîdê me çepikan lê bidin." Li ser vê yêkê girseyê bi hev re dirûşmeya "Ji Arînan heya Sîbelan em ber bi serkeftinê ve dimeşin" berz kirin.
'OKAN PÎRÎNÇ LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ LI WIR BÛ'
Endamê Meclîsa HDP'ê Beycan Taşkiran jî sersaxî li malbatê da û wiha got: "Okan li Pirsûsê hat qetilkirin û ev yek jî nîşaneya çete naxwazin gel bên cem hev." Taşkiran anî ziman ku Pîrînç ji bo li hemberî faşîzmê derbikeve li Pirsûsê bû û wiha axivî: "Em dê heya kuderê bêdeng bin."
Piştî axaftinan girseyê sersaxî li malbatê dan û dema ji goristanê derketin bi dirûşma, "Em berdêl da em ê berdêl bigirin" meşiyan.