Cenazeyê Yildiz û Şeker anîn Stenbolê - HAT NÛKIRIN

Cenazeyên Cemîl Yildiz û Îsmet Şeker ên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li Balafirgeha Ataturk hatin pêşwazîkirin.Cenazeyan dibin Taxa Gazî.

Cenazeyên Cemîl  Yildiz û Îsmet Şeker ên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li Balafirgeha Ataturk hatin pêşwazîkirin. Cenazeyan dibin Taxa Gazî.

Cenazeyên Cemîl  Yildiz û Îsmet Şeker ên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan anîn Balafirgeha Ataturk.

Ji bo wergirtina cenazeyan parlamenterên Stenbolê HDP’ê Pervîn Bûldan, Fîlîz Kerestecîoglu, Hevserokê HDP’a bajêr Cesîm Soylu, rêveberên CHP’ê yên bajêr, endamên HDP, ESP, SGD’ê hatin balafirgehê.

Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşmên,  "Şehîd namirin", "Şehîdên şoreşê nemirin” li wesayîta cenaze siwar kirin.

Cenaze ber bi Goristana Gazî ve hatin rêkirin. 

Pervîn Buldan a li balafirgehê daxuyanî da got: "Êdî bila AKP dest ji piştgirîdayîna DAIŞ’ê berde. Bila Serokê Meclîsê ji bo axaftina li ser DAIŞ’ê Meclîsê kom bike.”

Cenazeyên Yildiz  û Şeker di ketina Goristana Gazî de ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseya alên ESP û SGDF’ê û wêneyên şehîdan hilgirtin, milîsên MLKP’ê yên çekdar jî tevlî pêşwazîkirinê bûn.

Gelê Gazî ji ketina taxê heta Malacem a Gazî bi dirûşman meşiya. Meş ji aliyê ESP û SGDF’ê ve hat organîzekirin.

Cenazeyên şehîdên Pirsûsê wê îşev li Malacem a Gazî bê rawestandin û sibe bên defnkirin.

Cenazeyê Polen Unlu jî anîn Balafirgeha Ataturk a Stenbolê .

Cenazeyê Hatîce Ezgî Sadet jî wê saet 19.30'î bînin Balafirgeha Ataturk