Buroya Yekîtî û Piştevaniyê ya Gelan-Rojava ya têkildarî êrîşa Pirsûsê daxuyaniyek da got: “Di destê wan de xwîna ciwanên ku tenê ji bo piştevaniya gelê Kobanê bikin; ji zarokan re park, ji gelê Kobanê re daristan û pirtûkxaneyekê bikin diyarî hatin heye."
Buroya Yekîtî u Piştevaniyê ya Gelan- Rojava têkildarî Komkujiya Pirsûsê got ku berpirsyarê vê komkujiyê dewleta Tirk û hikûmeta wê ye û wiha dewam kir: “Çawa di êrîşa herî dawî ya li hember Kobanê de alîkarî da çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst, di vê komkujiya li hember ciwanên sosyalîst ên ji gelên Kurdistan-Tirkiyeyê de destê wan ê bi xwîn hene.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di destê wan de xwîna ciwan û zarokan heye û wiha hat gotin, Di destê wan de xwîna ciwanên ku tenê ji bo piştevaniya gelê Kobanê bikin; ji zarokan re park, ji gelê Kobanê re daristan û pirtûkxaneyekê bikin diyarî hatin heye.
Ev êrîş li hember îradeya yekîtî û piştevaniya gelan e.
Ev êrîş li hember biryardariya jiyana bi hev re ya azad a gelên Rojava ye.
Ev êrîş li hember biratiya gelan e.
Xwedîderketina li şehîdên Pirsûsê xwedîderketina li Şoreşa Rojava, jiyana nû ya li Rojava û xwedîderketina li wijdanê mirovatiyê ye.
Di serî de malbatên şehîdên me serê rêhevalên me, gelên Rojhilata Navîn, gelên Rojava û gelê Kobanê sax be.
Serê gelên bindest sax be.
Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniya Gelan mezin bike, Hesab bipirse.”